Baxçe

Gundekî Kanîreşa Bîngolê

Baxçe (bi tirkî: Bahçeköy), gundekî navçeya Kanîreşê ya ser bi Çewlîgê ye. Di qûntara çiyayê Qeralixê de ye. Malbata hunermenda navdar Eyşe Şan ji vî gundê bûne û dû re jê koç kirine û çûne.

Baxçe
Bahçeköy
Baxçe li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Baxçe
Baxçe
Koordînat: 39°12′54″Bk 40°54′27″Rh / 39.21500°Bk 40.90750°Rh / 39.21500; 40.90750
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBîngol
NavçeKanîreş
NahiyeKanîreş (navend)
Bilindahî
1.815 m (5955 ft)
Nifûs
 (2012)
880[1]
Koda postayê
12900
Koda telefonê(+90) 426
Map
biguhêreBelge

Gundê Baxçe di nav gundên Kanîreşê de sêyemîn gundê mezin e. Ji rojavayê gund de çiyayê Qertel, ji bakurê gund de çiyayê Çavreşî, ji rojhelata gund çiyayê Çewlîkê û ji başurê wê de jî çiyayê Şerevdînê hene.

Gundên cîran biguhêre

Bakurê wê de gundê Cevan, rojhilata wê de gundê Boran, rojavayê wê de gundê Gamêşan û ji başurê wê de jî gundê Qerebalçix hene.

Tirbeyên Baxçeyê biguhêre

Di gundê Baxçe de tirbeyên bi nav û deng hene. Yek ji van ji çiyayê Qertelê Şehîdgeha Qertelê û ya din jî navbera gundê Baxçe û gundê Boranê de dimîne û navê wê jî Şehîd-î Abbasan e û gelek caran tên ziyaretkirin.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2012 880
2000 755
1990 830
1985 828

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 29 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 tîrmeh 2013
  2. ^ Yerelent, Bahçeköy, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 tîrmeh 2013