Baran Hêvî
Baran Hêvî (jdb. bi navê jidayîkbûnê Barış Tangobay; 1987 li Ingolstadt, Almanya) lîstikvanekî kurd e ku li Almanyayê dijî.
Baran Hêvî | |
---|---|
Jidayikbûn | Barış Tangobay 1987 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Almanya |
Pîşe | Lîstikvan |
biguhêre |
Jiyana wî
biguhêreBaran Hêvî ku dê û bavê wî ji Dêrsim û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne, bi eslê xwe kurdê elewî ye.Hêvî piştî qedandina dibistana navîn di sala 2004an de, perwerdeya karmendiya bazirganiyê qedand û di sala 2008an de temam kir.Wî ezmûna xwe ya yekem di berhemên şanoyê de li bajarê xwe Ingolstadt li Kleines Haus Ingolstadt û di 2011an de li Spinnwerk Leipzig, cîhê ciwan yê şanoya Centraltheater Leipzig, bi dest xist. Ew Perwerdeya xwe ya lîstikvaniyê ji sala 2012 heta 2016 li Zanîngeha Muzîk û Hunerên Performansê li Frankfurt am Mainê qedand.
Di dema xwendina xwe de li Schauspiel Frankfurt, Şanoya Gallusê û Frankfurt LABê ew derket ser dikê.
Fîlmnîgarî
biguhêre- 2018: Frankfurt, Dezember 17 (Fîlma televîzyonê)
- 2019: Jiyan (Fîlm)
- 2019: Alarm für Cobra 11 – Die Autobahnpolizei (Rêzefîlm,1 beş)
- seit 2021: Die Rosenheim-Cops (Rêzefîlm, rola sereke)
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- Baran Hêvî li ser IMDbê
- Baran Hêvî li ser Agentur qualifyer
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |