Famîleya enzerûtan
(Ji Balsaminaceae hat beralîkirin)
Famîleya enzerûtan (Balsaminaceae yan carnan Impatientaceae) famîleyeke riwekan e, di Koma gezik, çay û çûxan (Ericales) de cih digire. Riwekên salane yan pirrsalane ne. Ji cihên tropîk û subtropîk hez dikin. Bi taybetî li nîvkadar bakur, li Afrîka, Madagaskar û başûrê rojhilatê Asyayê diçên. Li Kurdistanê jî tên dîtin, bi taybetî Balsamina hortensis û Impatiens walleriana.
Sîstematîk
biguhêre2 cins û bi qasî 1000 cureyên famîleyê hene. Navdara famîleyê, cinsê enzerût (Impatiens) e.
Li Ewropayê ev cureyên cinsê In Impatiensê hene:
- Enzerûta Balfourê (Impatiens balfourii Hook. f.), ji Hîmalayayan belav
- Impatiens balsamina
- Enzerûta zerê pehtî (Impatiens capensis Meerb.; Syn.: I. biflora Walter), ji bakurê Amerîkayê belav bûye
- Enzerûta hindî (Impatiens glandulifera Royle; Syn.: I. roylei Walpers), ji Hîmalayayan hatiye
- Dest nede min (Impatiens noli-tangere L.), welatê wê Ewropa ye
- Enzerûta pelbiçûk (Impatiens parviflora DC.), li navenda Asya û Ewropayê
Cureyên din (bijarte):
- Impatiens hawkeri W. Bull
- Impatiens niamniamensis Gilg
- Enzerûta şeqî (Impatiens walleriana Hook. f.)
Çavkanî
biguhêre- Famîleya enzerûtan, Balsaminaceae di APWebsite (îngl.)
- Die Agahî di DELTA. Girêdana arşîvê 2012-10-09 li ser Wayback Machine (îngl.)
- Beschreibung der Familie in der Flora of China. (îngl.)
- David Moresby Moore: Impatiens L. In: Thomas Gaskell Tutin u.a.: Flora Europaea. c. 2, r. 240-241. Cambridge University Press 1968
Girêdanên derve
biguhêre- Agahî di GRIN Girêdana arşîvê 2012-10-08 li ser Wayback Machine.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |