Bakur-amerîkiyên resen

Bakûr-amerîkiyên resen, ji hemû gelên amerîkiyên resen ên qitaya Amerîkaya bakûr re tê gotin. Li Kanadayê ji wan re 'First Nations' (gelên ewil) û li DYA'yê ji bo wan navên 'Native Americans' (Amerîkiyên eslî) ango 'American Indians' tên bikaranîn.

Bad Wound (Birîna Xeter), serokek ji civaka Sioux, 1899

Îro li DYA'yê 562 civatên amerîkiyên xwediyê statu û nasnameya fermî ne. Ji van 225 civat li Alaskayê dijîn. [1] Li Kanadayê jimara civatên ku xwediyê nasnameya fermî ne digihêje 615'an, lê Department of Indian Affairs and Northern Development jimara wan wek 632 nîşan dide. Ji ber ku civatên Hawaii, Inuit, Unangan û Dorset ji hêla jenetîk û çandî ve ji bakur-amerîkiyên resen pir cûda ne, ew ji van jimaran tên veqetandin. Herwiha, hin etnîkên din jî - mîna gelê Méti - nakevin nava bakur-amerîkiyên resen. Taybetiyeke bakur-amerîkiyên resen ev e ku çend civak ji aliyê ziman ve wekhev bin jî, ji aliyê çand û erdnigariyê ve karin pirr ji hev cuda bin.

Di nava civakên resen ên Amerîkaya bakur gelek taybetmendî û cudatiyên çandî hene. Ji hêlekê ve civak hene, yên ku xwe bi haviyeke demokratîk birêxistine, bi konseyeke kal û pîran, konseya civakî û komên agirê - wek li cem ìrokesan. Ji hêleke din ve civak hene xwe wek monarşî birêxistine, wek civakên Wampanoag an jî Powbatan. Civakên wek ya Nuu-chah-nulth giraniyê didin nêçirvaniyê, yên din koçberên siwar in an jî karê cotkariyê dikin.

Rêberê civakekî bi gelek zimanên ewropî hatiye bi nav kirin: Îngîlîzên ku di dema koloniyalîzme de rastî amerîkiyên resen hatibûn, serokê wan wek 'chief', fransî wek 'sachem' û îspanyol wek 'cacique' bi nav kirin. Bi kurdî ew gotin wek 'rêberê qabîleyê/civakê' kare bê wergerandin. Piştre ev gotin ji bo rêberên civakên bêserok hate bikaranîn. Li cem amerîkiyên resen ên çolan (wek ba Absarokee), hemû şervanên jêhatî wek 'chief' tên bi nav kirin.

Çavkanî biguhêre