Bahoza Daniel ku bi navê Sîklona Daniel jî tê zanîn, tofana herî kujer û tofana herî ziyandar a cûreya tropîkal a Deryaya Navîn e ku heya niha hatiye tomar kirin û bûyera hewayî ya herî kujer a sala 2023an e.[1] Bahoz dema ku di 4ê îlona sala 2023an de wekî pergalek tansiyona nizm ava dibe bi lehiyek mezin bandor li Lîbya, Yewnanistan, Bulgaristan û Tirkiyê dike. Piştre bahoz xwe wekî Nizmek Deryaya Navîn organîze dike, wekî Storm Daniel hate binavkirin ku di demek kurt de taybetmendiyên hemahengiya tropîkal (TLC) bi dest dixe. Berî ku bahoz bibe nizmeke bermayî, ber bi peravên Lîbyayê ve diçe ku li wir dibe sedema lehiyek bi karesat. Bahoz encama Bloka Omega bû. Ji ber ku herêmek bi tansiyona bilind di navbera du herêmên tansiyona nizm de ket, îsobar tîpa Ω ya yewnanî çêdike.[2][3]

Bahoza tropîkal a Beta
Bahoza tropîkal (SSHWS/NWS)
Destpêbûn13ê îlona 2023an
Bidawîbûn4ê îlona 2023an
Bayê herî bilindDi nav deqîqeyan de: 50 mph (85 km/h)
Mirin5.326+
Zirar2 milyar euro
Qadên bandorkirîLîbya, Yewnanistan, Misir, Bulgaristan

Ji ber awayiya bahozê ya demkurt û ji nişka ve, li hemî herêmên bahozê amadekariyên bahozê kêm bûn. Li Yewnanistanê, bahoz di dîroka tomarkirî de bahoza herî xirab hate diyarkirin ku bi baranên dijwar re lehî rabû û zêdetirî 2 milyar euro zirar li welat pêk hatiye. Bahoz tesîra herî giran li Lîbyayê dike ku ji ber baranê du bendav li nêzî bajarê Derna hilweşiya, di encamê de bi 10 hezaran kes dimirin û bi hezaran kes jî winda dibin. Piştî vê bûyera giran gelek welatên li ser Deryaya Navîn soz dan ku alîkariyê bidin welatên ku bahozê li tesîr kirye.

Dîroka Meteorolojî biguhêre

 
Li gorî pîvana Saffir–Simpson, nexşeya rê û tundiya bahozê.

Deverek tansiyona nizm li ser Deryaya Yonî bi germahiya rûyê wê di nav rêza derbasbûna tropîkal de pêş dikeve.[4] Di 4ê îlonê de tevliheviyek atmosferî ber bi başûr ve li ser Nîvgirava Balkanê ku bû sedema baranên baranê, nemaze li herêma Thessalyayê pêk tê.[4] Pergal roja din li ser Deryaya Yonê dibe bahozek Deryaya Navîn û ji aliyê Servîsa Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Yewnanîstanê ve bahoz wek Storm Daniel (Bahoza Daniel) hate binavkirin.[5] Di rojên paşîn de, pergal ber bi başûrê rojhilat ve diçe ku bi bayên ku ji hêla amûrên li Metopê ve bi 45 knot û bi leza (83 km/s;52 mph) hatin tomar kirin. Piştre bahoz li nêzî bajarê Bîngazî ya Lîbyayê dadikeve li ser rûyê erdê.[6] Di 10 îlonê de, Daniel ber bi rojhilat ve diçe û li hundirê xwe berdewam kir berî ku ji ber hewaya zuha û danûstendina erdê paşê dejenere bibe, bahoz heta 12ê îlonê bi tevahî belav dibe.

Bandora bahozê biguhêre

Yewnanistan biguhêre

 
Dîmenek ji bajarê Larisa ya Yewnanistanê ku kolanek naye di bin avê de.

Di 5ê îlonê de li bajarê Thessaly a Yewnanistanê ji ber lehiyê herî kêm kesek dimire.[7] Di heman rojê de li gundê Zagora 1,092 mîlîmetre baran barî ku 55 qat ji barana navînî ya heman meha li seranserê welêt zêde bû.[8] Li Portaria, rêjeya baranê ya nû ya bi rekor jî bi 884 mîlîmêtre hate pîvandin. Ji ber ku piştre stasyona hewayê paşê têk diçe, ji aliyê rayedarên hewayê ve barîna baranê ya zêde nekarî were pîvandin.[9] Di 6ê îlonê de Çemê Krafsidonasê dema ku erebe, otobus, dar û bermahiyên din li ser rêya xwe bi xwe re dikişand, li Pelionê bilind dibe, li Volos jî qeraxên çem bilind dibe pirekî û avahiyek welatiyan tîne xwarê.[10][11][12][13]

Di 7ê îlonê de otobana sereke ya Yewnanîstanê di navbera Atîna û Selanîkê de hate girtin û karûbarên trênê yên di navbera her du bajaran de hatin rawestandin.[14] Li Thessalyayê avahî û pir hilweşiyan û hemû bajar di bin avê de man ku zêdeyî 800 kes neçar man ku rizgar bibin.[15] Li Larissayê piştî ku baran di 8ê îlonê de bi dawî dibe, herikîna avê berdewam dike ji ber ku Çemê Pineiosê li deverên qeraxên xwe bilind dibe û ji asta bilindahiya xwe yê normal ku bilindahiya çem 4 mêtre bû digihîje bilindahiya 9,5 mêtreyê.[16]

Ji ber ku baranê dest pê kir, Xizmeta Nexşeya Bilez a Bernameya Copernicus ji bo herêma lehiyê ya li Yewnanîstanê hate çalakkirin ku analîzkirina daneyên bi navê Sentinel-1 ji roja 7ê îlonê qadeke lehiyê ya texmînkirî ya li dora 73.000 hektar diyar kir.[17] Meteorologan vê bahozê ji sala 1930an vir ve wekî bahoza herî xirab a Yewnanistanê destnîşan kirin.[18] Lehiyên li Thessalyayê ku herêm ji sedî 15ê hilberîna çandiniyê ya Yewnanistanê peyda dike, hilberîna salê hilweşand û zirarek rastî ya demdirêj li herêmê dike ji ber ku tebeqeya qalind a heriyê dê bi tevahî axê digire û ji bo ku dîsa ax bi tevahî fonksiyonel bibe heya 5 salan berxwe dide.[18] Waliyê Thessalyayê, Kostas Agorastos ji ERTê re diyar dike ku zirara bahozê ya li herêmê zêdetirî 2 milyar euro ye.[19]

Di 10ê îlonê de çar cendek li Yewnanistanê hatin dîtin. Hêjmara miriyan li gihîştiye 15 kesan û 2 kes jî ji 11ê îlonê ve winda ne.[20]

Bulgaristan biguhêre

 
Bahoza Danielê di 5ê îlona sala 2023an de.

Li parêzgeha Burgas a başûrê rojhilatê Bulgaristanê gundên li ser û nêzî peravên Deryaya Reş di bin avê de man ku di nav de gundê Kostî û bajaroka Arapyayê ji gel hatin valakirin. Li herêma Tsarevoyê ji ber ku pirek hilweşiya 3 kes bi pêlên avê çûn û 2 kes hatin rizgarkirin û kesek din jî li nêzî bajêr xeniqî.[21][22]

Barîna baranê li gundê Kostiyê 311 mm (420% ji navîniya mehane ya meha îlonê zêdetir) hate pîvandin, li Ahtopolê 196 mm (350% ji navîniya mehane zêdetir), li Gramatikovo 275 mm (368% ji navîniya mehane îlonê zêdetir) baran dibare.[23] Li Tsarevo, barîna baranê dibe ku rekorek neteweyî ya Bulgaristanê tomar kiribe ku bi barîna 330 mm di nav 20 demjimêran de ku %40 ji navîniya salane ye.[24]

Li nêzî Tyulenovo ya li bakurê rojhilatê Bulgarîstanê di deryayê de babelîskekî ku zêde li herêmê çênabe hate dîtin.

Lîbya biguhêre

Piştî ku du bendav hilweşiyan ku dibin sedema zirara felaketek mezin ê li seranserê deverê çem. Bi bilinbûna avê re li peravê çem av bi firehiya 50 mêtre ji her alîyekî ve bi berfirehî diherike û li Dernayê herî kêm 11 hezar û 300 kes dixeniqin û 10 hezar û 100 kes jî winda dibin.[25] Welatiyan anîn ziman ku dema bendav diteqiyan de dengên teqînên xurt bihîstine.[26] Serokwezîrê Hikûmeta Îstiqrara Neteweyî ya ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike Usame Hamada diyar kir ku taxên niştecihbûnê hatine hilweşandin.[27] Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin nîşan didin ku gelek otomobîl di nav baranê de di bin avê de mane.[28] Li bajêr çar pir hilweşiyan, wezîrê hikûmetê Hisham Chkiouat dibêje ku ji %25 ji Derna "winda bûye" û beşên mezin ên bajêr ber bi deryayê ve çûne.[29] Wezîrê Tenduristiyê ya Hamadayê Othman Abdulcelîl aniye ziman ku tenê li Dernayê 6000 kes winda ne.[30]

Li El Ebraqê bi qasî 170 mîlîmetre baran barî. Şahidan ji Reutersê re gotiye ku ava lehiyê bi qasî 3.0 mêtre bilindbûye. Her wiha li Tobrûk, Tecnis, El-Beyada û Batah û li seranserê navçeya Cebel El Axderê û li rojavayê Misrata lehî rabûye.[31] Li gorî Heyva Sor a Lîbyayê, li seranserê welêt herî kêm 150 xanî wêran bûne û sê dilxwazên ku xwestine alîkariya mirovan bikin di lehiyan de winda bûne.[32] Li Baydayê ji ber lehiya ku Daniel anî nexweşxane hatin valakirin 50 kes mirin û bi dehan kes jî winda dibin. Nêzîkî 414 mîlîmetre baran li bajêr dibare ku ev yek ji nêzîkî %77ê barana giştîya ya salane ye.[33] Her wiha li Sûsayê 7 kes, li bajarokên Omer El-Moxtar û Şahhatê 7 kes û li Marcê kesek miriye.[34]

Mezinahiya karesata li Dernayê bi şerê navxweyî yê li Lîbyayê û bandorên siyasî yên di encamê de hat girêdan. Bendavên hilweşandî di salên 1970î de ji hêla pargîdaniyek Yûgoslavya ve hatine çêkirin û cîgirê şaredarê bajêr dibêje ku ew ji sala 2002an vir ve nehatine nûjen kirin û nehatine çêkirin ku li ber rêjeyên weha yên avê li ber xwe bidin û destnîşan dike ku bendava yekem ku li jora çem têk çû bû tenê 70 mêtre bilind e.[35] Bendava jorîn ku 11.5 km dûrî bajêr bû, li hevberdana du geliyên çeman bû. Tê bawer kirin ku hilweşîna bendava jorîn li ser hev du geliyên çeman cih digire, bûye sedema avên ku 12 kîlomêtreyan ber bi deryayê ve diherikin û jî bendava jêrîn jî derbas dibe ku bendav ji ber ava zêde yê li ser rêya avê û jiber bilindbûna ava zêde di bin stresê de bû.[36][37]

Ji 13ê îlonê ve, li gorî karbidestên lîbyayî herî kêm 6000 kes mirine û di navbera 10.000 û 100.000 kesên din jî winda bûne ku di nav de heft endamên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî hene.[38][39][40] Nêzîkî 7000 kes birîndar dibin û 40.000 kes ji cihwarên koçber dibin.[41][42] Li rojhilatê Lîbyayê ji ber lehiyê 145 welatiyên Misirê jiyana xwe jidest didin. Xelîfe Haftar, desthilatdarê leşkerî yê defakto ya rojhilatê Lîbyayê aniye ziman ku zirarek "mezin" û "zehmet heye ku nayê vegotin yan jî pîvandin".[43] Ji erdheja Marcê ya sala 1963an û vir ve karesata herî xirab e ku li herêma Sîrenaykayê hatiye dîtin.

Di 9ê îlonê de, Pargîdaniya Niştimanî ya Petrolê ya Lîbyayê girtina çar benderên petrolê ku di nav wan de Ras Lanuf, Zueitina, Brega û Sidra heye ragihand.[44] Dema ku bendera Zueitina di 13ê îlonê de ji nû ve vebû, tesîsên li Ras Lanuf, Brega û Sidra di 12ê îlonê de ji nû ve vebûn, dema ku bendera Zueitina di 13ê îlonê de carek din dîsa ji nû ve vedibin.[45]

Tirkiye biguhêre

Di rojên berê yên bahozê de li Tirkiyê 5 kes di lehiya li Kirklareliyê, 2 kesên din jî li navçeyên Başakşehir û Küçükçekmece ya Stenbolê bi ava lehiyê ve dikevin û dixeniqin.

Misir biguhêre

Bahoza Danielê di 11ê îlonê de gihîşt Misirê ku li deverên bakurê rojavayê welêt dibe sedema baranek nerm.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Storm Daniel continues to sweep through the Mediterranean Basin | Copernicus". www.copernicus.eu. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  2. ^ Badshah, Nadeem (6 îlon 2023). "UK heat and floods in south-east Europe blamed on 'omega' weather system". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  3. ^ "UK heatwave: What is an omega block - and how is it causing our extreme weather?". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  4. ^ a b Hulton (Metdesk), Faye (8 îlon 2023). "Weather tracker: Omega block brings torrential rain to Greece and Spain". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  5. ^ Alam, Robert Shackelford,Chris Liakos,Louise McLoughlin,Hande Atay (6 îlon 2023). "At least 14 killed as fierce storms and severe flooding lash southern Europe". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "Weather report. Daniel makes landfall in Libya with torrential rain. Floods in Tripoli « 3B Meteo". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Na bosbranden kampt deel van Griekenland nu met overstromingen". nos.nl (bi holendî). 5 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  8. ^ ""Historic flooding event" in Greece dumps more than 2 feet of rain in just a few hours - CBS News". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Unwetter Griechenland: Dörfer nach Flut von Außenwelt abgeschnitten | Kölner Stadt-Anzeiger". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "A Deluge in Greece". web.archive.org. 9 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Βόλος: Κατέρρευσε πτέρυγα γηροκομείου – Επιχείρηση εκκένωσης | Η ΚΑΘΗΜΕΡΙΝΗ". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "Βόλος: Τα ορμητικά νερά του Κραυσίδωνα «κατάπιαν» λεωφορείο (βίντεο)". web.archive.org. 9 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Ο εφιάλτης της επόμενης ημέρας σε Πήλιο και Βόλο - Ανυπολόγιστες ζημιές, οδοιπορικό της ΕΡΤ - ertnews.gr". web.archive.org. 9 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Dodental door overstromingen in Griekenland, Turkije en Bulgarije loopt op". web.archive.org. 7 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Greece floods: More than 800 rescued as extreme rainfall turns villages into lakes | CNN". web.archive.org. 8 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  16. ^ "Schwere Schäden: Starkregen von Griechenland bis Hongkong - news.ORF.at". web.archive.org. 9 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "Copernicus EMS Rapid Mapping Activation Viewer". web.archive.org. 7 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ a b "Boats, helicopters rescue hundreds after storm in Greece | Reuters". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ "Extreme flooding caused by Storm Daniel devastates Greece | Financial Times". web.archive.org. 9 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ "Four more bodies found after Greece storm, raising toll to 15 | Reuters". web.archive.org. 10 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "Bulgaria, Turkey and Greece streets turn to rivers in deadly floods - BBC News". web.archive.org. 8 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ "Bulgaria: Two People Died in the floods in Tsarevo, Two more are Missing - Novinite.com - Sofia News Agency". web.archive.org. 6 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  23. ^ "НИМХ: Най-много е валяло в с. Кости - над 311 mm (l/m²) - Общество - БНР Новини". web.archive.org. 8 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ "Национален рекорд за валежи предизвика смъртоносни наводнения в Царево". web.archive.org. 6 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  25. ^ "Libya'da sel felaketi: Derne kentinde ölü sayısı 11 bin 300'ü geçti". euronews (bi tirkî). 17 îlon 2023. Roja gihiştinê 18 îlon 2023.
  26. ^ "Hundreds buried in mass graves as Libya reels from devastating flooding | News | Al Jazeera". web.archive.org. 13 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  27. ^ "Hundreds buried in mass graves as Libya reels from devastating flooding | News | Al Jazeera". web.archive.org. 13 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  28. ^ "2,000 people are feared dead in flooding in eastern Libya after weekend storm, prime minister says | AP News". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  29. ^ "Libyan floods: Derna city looks like a tsunami hit it - minister - BBC News". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  30. ^ "Libya flooding: At least 2,000 dead, thousands missing as 'catastrophic' flooding hits Libya | CNN". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  31. ^ "The flood death toll in eastern Libya's city of Derna has surpassed 5,100, a health official says". AP News (bi îngilîzî). 13 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  32. ^ "Three Red Crescent Volunteers Killed While Helping Libya Flood Victims | Barron's". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  33. ^ "Libyan floods: Derna city looks like a tsunami hit it - minister - BBC News". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  34. ^ "At least 150 killed, hundreds more feared dead as Storm Daniel sweeps Libya | Weather News | Al Jazeera". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  35. ^ Staff, Al Jazeera. "Deputy mayor of Derna, Libya's flooded city, describes situation". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  36. ^ Werfali, Ayman; Elumami, Ahmed (13 îlon 2023). "Libya floods wipe out quarter of city, thousands dead". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  37. ^ Motamedi, Maziar. "Why did Derna's dams break when Storm Daniel hit Libya?". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  38. ^ "At least 150 killed, hundreds more feared dead as Storm Daniel sweeps Libya | Weather News | Al Jazeera". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  39. ^ "Toll reaches 6,872 dead, 10,00 missing in Libya due to Storm Daniel". La Prensa Latina Media (bi îngilîziya amerîkî). 13 îlon 2023. Ji orîjînalê di 14 îlon 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  40. ^ i24NEWS (12 îlon 2023). "Storm Daniel leaves thousands dead in Libya, many more thousands missing". I24news (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  41. ^ "Floods Killed Over 2,300 In Libya's Derna: Emergency Services | Barron's". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  42. ^ "Thousands are feared dead and thousands more are missing in flood-ravaged eastern Libya". AP News (bi îngilîzî). 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  43. ^ "Death toll from devastating floods in Libya tops 6,000". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.
  44. ^ "Libya closes four oil ports as NOC declares state of alert before hurricane | S&P Global Commodity Insights". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  45. ^ "Libyan oil ports reopen after storm forced closure". Reuters (bi îngilîzî). 13 îlon 2023. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.