Badan
Badan (bi romî kirine: Teknedüzü), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
Badan | |
---|---|
Teknedüzü | |
Koordînat: 39°15′51″Bk 41°13′55″Rh / 39.26417°Bk 41.23194°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Stûkuran |
Bilindahî | 1.610 m (5280 ft) |
Nifûs (2010) | 110[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Dîrok biguhêre
Li ser dîrok û bingeha gund lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Bi texmînî navê xwe ji êla Badan, Badiyan digire. Hin dibêjin ji aliyê koçberên ji parêzgeha Ezirganê hatine ve bingeha gund hatiye avêtin. Li Ezirganê bi navê Badiyan gundekî heye.
Erdnîgarî biguhêre
25 km ji navenda Gimgimê dûr dikeve. Niştecihên gund ji çar beran pêk tê: Sormemedan, Alkijan, Feran, Derwêşan. Bi Dêrsimkî (kirmanckî, zazakî) diaxivin. Di erdheja sala 1966ê de 43 kesan jiyana xwe jidest dane.
Avhewa biguhêre
Aborî biguhêre
Ji ber şer li tevahiya herêmê aboriya gel xirab bûye. Ajalvanî û çandinî tê kirin. Qedexeya zozanan bû sedem ku pişta ajalvaniyê bişikê. Dewlet bi polîtîkayên xwe dixwaze gund belav bibe, lewra gundekî stratejîk e. Heya niha 200 malbatan bar kirine çûne bajarên Tirkiyeyê.
Wargehên balkêş biguhêre
biguhêre
- Kemalê Badan
- Gula Seydalî
Çavkanî biguhêre
Girêdanên derve biguhêre