Başkulok
Başkulok | |
---|---|
Nêr | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Muscicapidae |
Cins: | Saxicola |
Cure: | S. rubicola |
Navê zanistî yê latînî | |
Saxicola rubicola (Linnaeus, 1766) | |
Hevwate | |
Saxicola torquatus rubicola |
Başkulok (Saxicola torquata), cureyekî mêşgirtan (Muscicapidae) e ku xweciyê welatên binebaybana Afrîkayê, nîvgirava Erebistan û li Kurdistanê tê dîtin.
Şayes
biguhêreMezinahî û kelwaşa xwe 12 cm dirêj e. Yê nêr, di payîzê de qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve, hinek piniyên reş lê ne, û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kuriya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye. Tokeka spiya pan li stûyî werhatiye, û gîxeka spiya mezin li çengveşêran e. erzink û heftik û alek, reş in û piçeka soratiyê li dûmahiya perrên wan e. sing sorve ye û zik spî ye. demê têjikînanederê ser û pişt reş dibin. ya mê, ji milê piştê ve, qehweyîyeka gîxdara gîxreş e. Binepişt qemerekî vekrîye. kurî wekî ya yê nêr e. Qana spiya li çengan ne gelek diyar e. erzink û heftik xwelîkîyekî tarî ne. berçêlk sorve ye û zik û binzik spîve ne. Têjik wekî ya mê ye, û ji milê piştê, pinîpnî ye.[2]
Jîngeh
biguhêreli Kurdistanê, zivistanan (ji dûmahîkê meha tebaxê heta dûmahîkê meha nîsanê), û bi rêberî jî, biharan (ji dûmahiya meha subatê heta meha nîsanê) û payîzan (ji dûmahiya meha tebaxê û herdu çiriyan), li erdên beyar û şorik û şêlên têrdexel û qerram û li ser teraş û darik û dartêl û pejanan (gelek caran, dadayî û navbeyn navbeyn, kuriyê û herdu çengan dijenit) diête dîtin.[2]
Reftar
biguhêreXwarin
biguhêreXwarina wî dubarî mêş û mûr û kurmik in.
Pirbûn
biguhêreHêlîna xwe, ser erdê yan nêzîkî erdê û di nav gil, giyayî û qerramî de, çê dikit. ji (4 - 6) hêkên şînveyên pinîsor dikit. Cihên lê belav: li nîveka ewropa û devera deryaya spî û jêriya Ûris heta joriya rojavaya Afrîka, Tirkiyê, Qefqaz, devera deryayê Qezwîn, gizîrteya Erebî, Ermenistanê, Azerbaycanê, jorî û jêriya rojavaya Îranê têjikan diînte der. zivistanê xwe, bi qetlazî li Kîprosê, Îraqê û li joriya rojhilata Afrîka (joriya Hebeşe, joriya Misrê, Sudan, Somal, Libya) û nîvgirava Erebî û Hindistanê û jêriya rojhilata Asya diborînit.[2]