Bûtikan an Bûtkan (yek caran jî wek Pûtikan tê bilevkirin. Eşkere ye ku butikan formeke navê "Botî" (Botan) ye.) li Kurdistanê bi vî navê çend hev eşîr hene. Yek ji wan li Dêrsimê û Serhedê dijî, kurmancîaxiv û elewî ye. Bûtikaniyên Dêrsimê, bi taybetî li bakûrê Dêrsimê, li Tercanê, Aşqeleyê û Oxlêyê, berê demeke nêzîk de ji Xinûsa Ezirmê koçberê wan devêran bûne. Pêşiya koçberiya wan a Tercanê, butikan bi Xormekan, Çarekan û Şadiyan ve yek ji eşîrên elewî yên mezin li Xînûsê, Xolxolê û Gêxîyê bû ye.

Eşîra Bûtikan
Agahiyên gelemperî
Ziman Kurmancî (Here-Were)
Herêmên dîrokî Xinûs < Botan
Belavbûn Dêrsim
Ezirgan
Erzîrom
Çewlîg
Bawerî
Dîn Elewî
Ocax Qurêşan