Bîrov

nexweşiyeke çermî

Bîrov (bi îngilîzî: eczema) yek ji nexweşiyên pîst anko çerimî ye. Bîrov coreyekê pîstkuliyê anko dermatîtê ye ko sincirîneka tebeqa herî jorîn ya pîstî anko rûpîstî ye. Ev coreyê nexweşiyan pirranî domdirêj û kevnar dibin û sedema wan jî pirrhestkerî anko alerjî ye.

Ji nîşan û berjengên bîrovê ev in: zuhayî û hişikiya pîstî, xurhan, sorbûn, perçivtin anko werimîn, peq û zipik, têzan û xwînjêhatin.

Pejîknasî (epîdemiyolojî) biguhêre

Pirraniya rewşên bîrovê di şîrxweran da û di jinên ko temen anko jiyê wan di navbera 15 heta çil saliyê da ye diqewmin. Bi giştî 2 liser 3 ya hemî nesaxiyên pîstî bîrov in.

Cûre biguhêre

Di jêderên pizişkî da lihevhatineka gelek tekoz liser cûreyên bîrovê nîne. Jibo nimûne, di hindek jêderan da hema tenê ji cûreyekê bîrovê ra dibêjin bîrov ko di jêderên dî da bi navê bîrov anko pîstkuliya needetî (bi îngilîzî: atopic dermatitis) dihêt niyasîn. Bi giştî, di jêderên amerîkayî da kêmtir peyva bîrov anko egzîma dihêt xebitandin û zêdetir zarava pîstkulî anko dermatît li kar e.

Çareserî biguhêre

Çareserên dermanî biguhêre

1. Nerimker û şehdêr

Ew dermanên mîna vazelînê ne ko nahêlin pîst zuha û hişik bibit.

2. Kortîkosteroîd

Ew derman in ko bandorê li karvedanên êminîzanistî yên laşî dikin.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre