Ayşe Acar Başaran (jdb. 2ê çiriya pêşîn a 1985an) parêzer û siyasetmedareke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e ku niha endama parlamenê ji bo bajarê Batmanê ya Tirkiyê ye. Di 4emîn Konferansa Partiyê ya HDPyê li sibata 2020an de wekî berdevkê Meclîsa Jinan a HDPê hatiye wezîfedarkirin.

Ayşe Acar Başaran
Parlementera Meclîsa Mezin a Neteweyî
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
23ê çiriya paşîn a 2015an
Herêma
hilbijartinê
Batman (Hezîran 2015, Çiriya paşîn 2015), (2018)
Jiyan
Jidayikbûn2ê çiriya pêşîn a 1985an (38 salî)
Batman, Tirkiye
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan (HDP)
PerwerdeZanîngeha Dokuz Eylül
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Başaran di 2ê çiriya pêşîn a 1985an de li Batmanê ji dayik bûye, duyem zaroka ji çar zarokên Abdurrahman Acar û Sultani Acar e. Piştî ku li Batmanê xwendina dibistanê kuta kir, ew di 2010an de ji Fakûlteya Dadweriyê ya Zanîngeha Dokuz Eylül mezûn bû. Başaran 4 salan li Baroya Batmanê wekî parêzer xebitî. Ew endama Komeleya Kongreya Jinên Azad e.[1]

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ "Ayşe Acar Başaran Kimdir ? - Ayşe Acar Başaran Hayatı ve Biyografisi". www.haberler.com. Roja gihiştinê 3 adar 2020.