Avdestxane, destmêjxane, daşira piçûk, pakxane, pakgeh, tiwalet, tûvalet, WC cihê ku pêdiviya fîzyolojîk a valakirina rûviyan lê dibe ye. Li gelek deverên parêzgeha Meletiyê bêjeya Page jî tê bikaranîn ki bi eslê xwe Pakgeh e.

Tûvaleta tîpîk

Di zimanê Kurdî de gelek navên wê hene. Hema bigire li her herêmekê binavkirinekê wê yê taybet heye. Ji ber asîmîlasyon û bandora zimanên serdestên Kurdistanê di sedsala dawî de bêjeya Fransî ya Toilette (bilêvkirina bi kurdî: Tûvalet) jî kete zimanê Kurdî. Li Ewropa û Asyayê çêkirin û bikaranîna tûvaletê cûda ye. Bi kurtî ji bo WC yên rojavayiyan re Alafranga û ji yê hin welatên Asyayê (Ereb, Rom hwd) re jî "Alaoryentîka" tê gotin.

Dîroka Avdestxaneyê

biguhêre

Gorî zanyarên Ewropayî, tûvalet bo cara pêşîn li Kurdistan û Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Derbarê WCyê de qeyda herî kevn a dîrokî, bermahiyên heya b.z. 2800'î kevn ên Mezopotamyayê ne. Ji ber bandora Ereb û Îslamê, wate û pêdiviya tûvaletê hatiye guhertin. Bi hatina Ereban ve Kurdan jî wekî wan, herçendî axa Kurdistanê ne bi xîz be jî, tenê tûvaletên mecbûrî çêkirine.

Tûvalet, bi destê Bîzansî û Romayiyan li Ewropayê jî belav bûye. Dîsa bikaranîna wê ya li Asya dûr (Japon û Çîn) jî xwedî dîrokeke kevn e.

Cureyên tûvaletên nûjen

biguhêre
  • Avdestxaneyên avê kûr diherikînin
  • Tûvaletên bi destan av lê tê berdan (sîfon)
  • Tûvaletên ku pêdiviya mezin û piçûk li çend santîm biberiyê de digihîjîne hevûdu
  • Tûvaletên kurtdemî (pîsiye narêjîne, berhevdike)