Firat

(Ji Ava Firat hat beralîkirin)

Firat yan jî Çemê Firatê, li gel Çemê Dîcleyê û Çemê Miradê yek ji çemê mezinê Bakurê Kurdistanê ye ku çema herî dirêj a Asyaya Rojava ye. Çemê Firatê bi Dîcleyê re yek ji du çemên diyarkarên axa Mezopotamyayê ne ku erdê di navbera her du çeman de wekî axa Mezopotamyayê hatiye pejirandin. Çemê Firatê ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di nav axa Rojavayê Kurdistanê, Suriyê û Iraqê re diherike li Iraqê bi Çemê Dîcleyê re dibe yek û diherike Kendava Farsê.

Çemê Firatê
Çemê Firatê li navçeya Bêrecûk a bi ser parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê
Cih
Herêm Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê
Parêzgeh Xarpêt, Meletî, Dîlok, Riha
Bajar Xarpêt, Meletî, Dîlok, Riha
Taybetî
Dirêjayî      2.800 km
Robar
Cihderk Çemê Avareş, Çemê Miradê li Bakurê Kurdistanê
 - Bilindayî 3.290 m
Nexşe
Nexşeya Çemên Firat û Dîcleyê.
biguhêreBelge

Du pêkhateyên Çemê Firatê hene: Çemê Avareş a Xinûsê ye ku ji çiyayên Xinûsê dertê û Çemê Miradê ye ku ji çiyayên bakurê Gola Wanê dertê. Her du çem li nêzîkî navçe ya Keban a bi ser parêzgeha Xarpêtê dibin yek û çemê Firatê derdikeve holê. Ferat, di gelî û navrastên Elezîz û Meletî de ber jêr dadikeve û navbera sinorên Amed, Semsûr û Riha de li aliyê milê rast ve berê xwe diguherîne û dikeve deşta Dîlokê. Firat di navbera deşta Tilbişar û berîye Harranê de dikeve Rojavayê Kurdistanê. Çemê Firatê, çemê herî dirêj û gûrrê Kurdistanê ye ku bi dirêjahiya giştî ya 2.800 kîlomêtreyan 1.100 kîlomêtre di nav axa Kurdistanê de derbaz dibe. Firat li Îraqê bi Çemê Dîcleyê re dibin yek û ji wir heya ku digihîje Kendava Farsê wekî Yekava Ereb (Şatul Ereb) hatiye binavkirin.

Etîmolojî biguhêre

Navê "Firatê" bi farisiya kevin 𐎢𐎳𐎼𐎠𐎬𐎢 latîn: Ufrātu bi elamî: 𒌑𒅁𒊏𒌅𒅖 latîn: ú-ip-ra-tu-iš.[1] Navê elamî ji navekî ku bi tîpên nivîsa mixî wekî 𒌓𒄒𒉣 hatiye nivîsandin ku bi sumerî wekî Buranuna tê xwendin û bi akadî akadî wekî Purattu tê xwendin ku di gelek nîşanên nivîsa mixî de bilêvkirinên sumerî û bilêvkirinên akadî heye hatiye wergirtin, ji peyveke sumerî û peyveke akadî hatiye wergirtin ku heman wateyê rave dikin.

Di serdema nûjen de navê çem di zimanê kurdî de wekê Fêrat, Ferat an jî wekê Firat hatiye binavkirin.[2]

Rêç biguhêre

Firat çemê herî dirêj a Kurdistanê û çemê herî dirêj a Asyaya Rojava ye.[3] Firat ava xwe ji Çemê Avareş ku li rojavayê Firatê ye (450 km) û ji Çemê Miradê ku rojhilatê Firatê ye (650 km) werdigire û ji navçeya Keban a bi ser parêzgeha Xarpêt a Bakurê Kurdistanê ye destpêdike.[4] Dirêjahiya Firatê ji çavkaniya Çemê Miradê heta bi Dîcleyê re 3.000 km hatiye diyar kirin ku ji vê dirêjahiyê 1.230 km li Bakurê Kurdistanê ye, 710 km li Rojavaya Kurdistanê û li Sûriyê û 1060 kîlomêtre li Iraqê ye.[5][6] Dirêjahiya Yekava Ereb (Şett al-Areb) ku Firat û Dîcle bi Kendava Farsê ve girêdide, ji aliyê çavkaniyên cihêreng ve 145-195 kîlomêtre hatine destnîşankirin.

Deşarj (valabûn) biguhêre

Çemê Firatê piraniya ava xwe bi barîna baranê û helîna berfê werdigire ku di encamê de ji meha nîsanê heya meha gulanê çem digihîje asta ava herî gûrr. Di van her du mehan de ji sedî 36ê herikîna tevahiya ava Firatê ya salane ye yan jî li gorî çavkaniyekê ji sedî 60-70 ava Firatê ya sala di van her du mehan de diherike.[7][8] Di demsalên havîn û payîzê de av kêm dibe. Rêjeya herikîna xwezayî ya salane ya Firatê li gorî tomarên destpêk û nîvê sedsala bîstan wekî 20,9 kîlomêtre kûp li Kebanê, 36,6 kîlomêtre kûp li Hît û 21,5 kîlomêtre kûp li Hindiyayê hatiye diyarkirin.[9] Lêbelê ev navînî guhezbariya bilind a navsalane ya deşarja (dakêşan) çemê vedişêrin ku li Bêrecûkê, li sinorê Bakurê Kurdistan-Rojavayê Kurdistanê, herikîna salane hatine pîvandin ku di sala 1961an de ji 15,3 kîlomêtre kûp û di sala 1963an jî 42,7 kîlomêtre kûp hatiye tomarkirin.[10]

Rejîma deşarja Firatê ji dema avakirina bendavên despêkê di sala 1970an hatine çêkirin û ji demê heta roja îro gelek guheriye. Daneyên der barê ava Firatê de ku piştî sala 1990an hatine berhevkirin, bandora çêkirina gelek bendavên Firatê û zêdekirina kişandina ava ji bo avdanê nîşan dide. Rêjeya navînî ya li Hîtê piştî sala 1990an di çirkekê de 356 mêtrekup û di salê de 11,2 kîlomêtrekup daketiye. Guhertina demsalê jî bi heman awayê guheriye. Beriya sala 1990an lûtkeya qebareya ku li Hîtê hatiye tomarkirin 7.510 mêtrekup di çirkekê de bû lê piştî 1990an qebareya avê daketiye 2.514 mêtrekup di çirkekê de. Hêjmara hindiktirîn li Hîtê bi kêmanî neguherî maye ku ji 55 mêtrekup di çirkekê de berî sala 1990an derketiye 58 mêtrekup di çirkekê de.[11][12]

Milên Firatê biguhêre

Li Sûriyê sê çemên Sacir, Belîx û Xabûr ava xwe li Firatê zêde dikin. Ev çem ji qûntara Çiyayên Torosê dertên û li ser sinorê Bakurê Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê li ber hev bi kêmasî jî be avê li Çemê Firatê zêde dikin. Sacir ji van çeman biçûktirîn çem e ku ji du çemên ji nêzîkî Dîlokê ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û ava deşta li derdora Minbicê werdigire û berê xwe dide Bendava Tişrînê. Belîx piraniya ava xwe ji kaniyeke karstî ya li nêzîkî Serê Kaniyê, Hesîçe, Rojavayê Kurdistanê werdigire û ber bi başûr ve diherike heta ku digihêje li bajarê Reqayê digihîje Firatê. Xabûr ji aliyê dirêjî, hewza drenajî û dakêşa avê (deşarj) ve ji van her sê çeman çema herî mezin e. Çavkaniyên Xabûr ên karstîk ên sereke ku li derdora Serê Kaniyê (Rojavayê Kurdistanê) ye ku Xabûr ji wir diherike ber bi başûrê rojhilat ve di ber Hesiçeyê dizivire ber başûr ve û li nêzîkî Busreyê diherike Feratê. Dema ku Firat derbasî Iraqê dibe her çend kanalên ku hewza Firatê bi ava Dîcleyê ve girêdide jî hene, êdî ji çemên xwezayî ku avê ji Firatê re bînin namînin.[13][14]

Çem Dirêjî Mezinahiya hewzê Deşarj Bank
Kara Su 450 km 22,000 km2 (8,500 sq mi) Confluence
Murat River 650 km 40,000 km2 (15,000 sq mi) Confluence
Sajur River 108 km 2,042 km2 (788 sq mi) 4.1 m3/s (145 cu ft/s) Rast
Balikh River 100 km 14,400 km2 (5,600 sq mi) 6 m3/s (212 cu ft/s) Çep
Khabur River 486 km 37,081 km2 (14,317 sq mi) 45 m3/s (1,600 cu ft/s) Çep

Qada derenajê biguhêre

Hewzeyên avên Çemê Avareş û Çemê Miradê bi rêzê ve 22.000 kîlometre çargoşe û 40.000 kilomêtre çargoşe rûerd werdigirin.[15] Texmînên li ser qada drenajî ya ava çemê Firatê gelek diguhere ku tê texmînkirin ku herî kêm 233.000 km çargoşe û herî zêde 766.000 km çargoşe ye.[16] Texmînên dawîn ên qada hewzeyê 388.000 kîlomêtre çargoşe, 444.000 kîlomêtre çargoşe û 579.314 kîlomêtre çargoşe destnîşan dikin. Beşa herî mezin a Çemê Firatê li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê ye.[17] Hinek çavkanî texmîn dikin ku ji sedî 15ê hewzeya drenajê di nav sinorê Erebistana Siûdî de ye, lê beşek piçûk dikeve hindirê sinorê Kuweytê. Herî dawî hinek çavkanî jî Urdunê di nav hewza drenaj a Firatê de didine nîşandin ku beşek piçûk a çolê rojhilat (220 kîlomêtre çargoşe) ber bi rojhilat ve diherike ne ber bi ji rojava ve. Beşa herî mezin a çemê Firatê li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û Iraqê ye. Li gorî pîvanên Daoudy û Frenken, rêjeya Bakurê Kurdistanê ji sedî 28, rêjeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji sedî 17 û rêjaya Iraqê jî ji sedî 40 e.[16]

Wêne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Negev Bedouin Education:. Berghahn Books. 1 kanûna pêşîn 2001. rr. 93–109. ISBN 978-1-78238-748-0.
  2. ^ Fay, Robert (7 nîsan 2005). "Woods, Tiger". African American Studies Center. Oxford University Press.
  3. ^ Meyers, Eric M. (1997). The Oxford encyclopedia of archaeology in the Near East. American schools of oriental research. New York Oxford: Oxford university press. ISBN 978-0-19-506512-1.
  4. ^ "Euphrates". Wikipedia (bi îngilîzî). 21 kanûna pêşîn 2023.
  5. ^ Daoudy, Marwa (2005). Le partage des eaux entre la Syrie, l’Irak et la Turquie. CNRS Éditions. ISBN 978-2-271-06290-1.
  6. ^ Frenken, Jaak. Benezit Dictionary of Artists. Oxford University Press. 31 çiriya pêşîn 2011.
  7. ^ Isaev, V. A.; Mikhailova, M. V. (2009). "The hydrography, evolution, and hydrological regime of the mouth area of the Shatt al-Arab River". Water Resources. 36 (4): 380–395. doi:10.1134/s0097807809040022. ISSN 0097-8078.
  8. ^ Pietilä, Pekka (2005). "Role of Municipalities in Water Services in Namibia and Lithuania". Public Works Management & Policy. 10 (1): 53–68. doi:10.1177/1087724x05280756. ISSN 1087-724X.
  9. ^ Isaev, V. A.; Mikhailova, M. V. (2009). "The hydrography, evolution, and hydrological regime of the mouth area of the Shatt al-Arab River". Water Resources. 36 (4): 380–395. doi:10.1134/s0097807809040022. ISSN 0097-8078.
  10. ^ Yuk-Fung, Hui; Kolars, Joseph; Hu, Zhenze; Fleisher, David (1994). "Intestinal clearance of H2-antagonists". Biochemical Pharmacology. 48 (2): 229–231. doi:10.1016/0006-2952(94)90091-4. ISSN 0006-2952.
  11. ^ Isaev, V. A.; Mikhailova, M. V. (2009). "The hydrography, evolution, and hydrological regime of the mouth area of the Shatt al-Arab River". Water Resources. 36 (4): 380–395. doi:10.1134/s0097807809040022. ISSN 0097-8078.
  12. ^ Pietilä, Pekka (2005). "Role of Municipalities in Water Services in Namibia and Lithuania". Public Works Management & Policy. 10 (1): 53–68. doi:10.1177/1087724x05280756. ISSN 1087-724X.
  13. ^ Ruben, David-Hillel (1994). "A Counterfactual Theory of Causal Explanation". Noûs. 28 (4): 465. doi:10.2307/2215475. ISSN 0029-4624.
  14. ^ Hole, F.; Zaitchik, B. F. (2006). "Policies, plans, practice, and prospects: irrigation in northeastern Syria". Land Degradation & Development. 18 (2): 133–152. doi:10.1002/ldr.772. ISSN 1085-3278.
  15. ^ Pietilä, Pekka (2005). "Role of Municipalities in Water Services in Namibia and Lithuania". Public Works Management & Policy. 10 (1): 53–68. doi:10.1177/1087724x05280756. ISSN 1087-724X.
  16. ^ a b Isaev, V. A.; Mikhailova, M. V. (1 tîrmeh 2009). "The hydrography, evolution, and hydrological regime of the mouth area of the Shatt al-Arab River". Water Resources (bi îngilîzî). 36 (4): 380–395. doi:10.1134/S0097807809040022. ISSN 1608-344X.
  17. ^ "The Mesopotamian marshlands". Engineering and Technology Journal. 27 (1): 10–20. 1 kanûna paşîn 2009. doi:10.30684/etj.27.1.17. ISSN 2412-0758.