Arzu Şahin
Arzu Şahin (jdb. 9ê îlona 1978an li Stembolê, Tirkiye) stranbêjeke stranên gelêrî ya bi zimanê tirkî ye ku bi eslê xwe kurd e.[1]
Arzu Şahin | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Arzu Şahin |
Jidayikbûn | 9ê îlona 1978an (46 salî) Stembol |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Hunermend |
Amûr | Tembûr |
Salên çalak | 1999–niha |
Etîketa qeydê | DMC |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreArzû Şahîn di sala 1978an de li Stembolê ji dayik bû û zarokatiya xwe li vî bajarî derbas kiriye. Malbata wî, bi eslê xwe ji Dersima ye û ji Dersimê koçî Kelkîtê û pişt re koçî Erzînganê bûne.[2] Arzu Şahin ji zarokatiya xwe ve bi tembûr re eleqedar bû 4 salan di dibistanekî taybet de perwerdeya tembûr û stran gotinê wergirt û albûma xwe ya yekem bi navê Ceylanim derxist.[2] Ji bo vê albûmê gelek bertekên pozîtîv hate nîşandan û bi ser de jî firotina pir baş a albûmê, azwerî û cesareta xebata muzîkê da wê. Pişt re Arzu albûma xwe ya duyem a bi navê Ayrılık derxist. Di sala 2008an de 14emîn Xelatên Muzîka Vîdeo ya Kral TVyê, bi xelata "Baştirîn Jina Muzîka Folklorî" ya muzîka tirkî hatiye xelatkirin.
Dîskografî
biguhêre- Ve Aşk (2012)
- Ne Fayda (2008)
- Sus (2005)
- Düet (2003)
- Ayrılık (2002)
- Ceylanım (1999)
Çavkanî
biguhêre- ^ Arzu Sahin Röpertaj (bi îngilîzî), roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2021
- ^ a b Arzu ŞAHİN ile Türkü tadında röportaj (bi îngilîzî), roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2021
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |