Artêşa Gel a Koreyê

Artêşa Gel a Kore (AGK; Chosŏn'gŭl: 조선인민군; Chosŏn inmin'gun) regezekî hêza leşkerî ya Koreya Bakur û di bin siyaseta Songun, saziya navendî yên civakên Koreya Bakur e. Kim Jong-un Serfermandarê Artêşa Gel a Kore ye û Serokê Giştî yê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ye. Hêza parastina AGKê ji pênc yekîneyan pêk tê:

Leşkeriya Komara Demokratîk a Gel a Koreyê
Emblema Artêşa Gel a Kore.
Damezrandin25 nîsan 1932 (mafxwestin)
8 sibat 1947 (rewşa niha)
Yekîne
NavendPyongyang, Koreya Bakur
Rêbertî
Mareşal Kim Jong-un
Gelemperî Ri Yong-gil
Cîgirê Mareşal Ri Myong-su
Hêza karkirinê
Temena leşkerî25 nîsan
Leşkeriya bêgavî17 salî
Berdeste ji bo
xizmeta leşkerî
6,515,279 mêr, temen 15-29
6,418,693 jin, temen 15-29 (2010)
Lêhatina ji bo
xizmeta leşkerî
4,836,567 mêr, temen 15-29 (2010),
5,230,137 jin, temen 15-29 (2010)
Gihiştina leşkeriya
temena salane
207,737 mêr (2010),
204,553 jin (2010)
Personelên çalak1,190,000 (2012) (5. birêzkirin)[1]
Personelên rezerve600,000 rezerve (2012)
5,889,000 paramîlîter (2012) (1. birêzkirin)
Lêçûn
Sermîyan~$10 trîlyon[2]
Ji sedî TBH~25%[3][4]
Pişesazî
Dabînkerên navxweyî
Hinardeya salane$100 mîlyon[5]
Gotarên têkildar
DîrokŞerê Koreyê
Pevçûnên Koreyî DMZ
Şerê Vîetnamê
Şerê Yom Kippur
Şerê Navxweyî yên Sûriyê
NavrefNavrefên leşkeriya berawirdî yên Koreyê

Tevî Nobetgirên Sor ên Karker-Gundî di bin parastina kontrola AGKê de ye.

AGKê dijminên xwe yên sereke wek Komara Hêzên Çekdar ên Koreyê û Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Koreyê, li seranserê Herêma Parastina Koreyê ji ber Peymana Agirbestê ya tîrmeha 1953'an de buye, diparêze û hember digre. Wekî ku ji 2016, bi 5,889,000 personelên paramîlîter, ew mezintirîn rêxistina paramîlîter ên li ser erdê ne. Ev hejmar nûnertiya ji xelkên 25% e.[6][7]

Dîrok biguhêre

Koreya Bakur bi awayekî fermî ji dewrana damezrandina AGKê vegeriyan avakirina Kim Il-sung ya Artêşa gerîlayan a li dijî Japonê. Di sala 1978'an de, "Roja Weqfa ya Leşkerî" ji 8ê sibat heta 25ê nîsanê, wek roja binavkirî yê damezirandina vê artêşê di sala 1932'an de guhertin.[8]

Di sala 1939 de, Artêşa Dilxwaz ên Koreyê (ADK), li Yan'an, Çînê ava bu. Du kesên berpirsyar ji bo Artêşa Kim Tu-bong û Mu Chong bûn. Di heman demê de, dibistaneke nêzîkî Yan'an ji bo perwerdeya rêberên leşkerî û siyasî de ji bo paşerojeke serbixwe ya Koreyê hat avakirin. Di sala 1945'an de, ADKê bi piranî ya mêran nêzîkî 1,000 leşkerên Koreyî ji Artêşa Împaratoriya Japonî mezin bûn. Di vê heyamê de, ADKê li gel Hêzên Komunîst ên Çînê ji ku ew çek û cebilxane yên xwe kişandin, şer kirin. Piştî têkçûna ya Japonî, ADKê ji nav Hêzên Komunîst ên Çînê li rojhilatê Jilinê çûn, ku dixwestin leşkerên etnîkî yên ji koreyê li Çînê bi dest bixin, bi taybetî jî ji Yanbianê û tevahiya Koreyê.[9]

Hema piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di dema dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê ya beşa Koreya Bakur de, di paralela 38emîn li navenda Artêşa Sovyetê ya 25emîn li Pyongyangê daxuyaniyek xetabarê hemû komên berxwedana çekdarî li bakurê nîvgiravê derxistin û di 12ê çiriya pêşîn a 1945'an de hilweşandin.

Du hezar Koreyî bi tecrûbeyên berê ya di Artêşa Sovyetê ji bo amadekirina hêzên elimîn bi destûr ji navenda leşkerî ya Sovyetê ji cihên cuda li seranserê welat hatine şandin û hêza li ser 21ê çiriya pêşîn a 1945'an de hatine afirandin.

Li navenda pêwîstiya ji bo yekîneyeke cuda ji bo ewlekariyê li dora rêhesin û damezirandina yekîneyê di 11ê kanûna paşîn a 1946an de hate hestkirin. Hat ragihandin, ku yekîne di 15'°e tebaxê de ji heman salê çalak de wek çavdêriya hêzên ewlekariyê û afirandinê ya hêzên çekdar ên neteweyî heyî.[10]

Peymangehên leşkerî yên wekî Akademiya Pyongyangê û Akademiya Navendî ya Miduriyetê (No. 2 Karmendên Dibistana AGKê di sala 1949an de amade bû) (di Kanûna 1948an de Akademiya Leşkerî ya AGKê bû), di nêzîk de ji bo perwerdeya karmendên leşkerî û siyasî yên ji bo hêzên çekdar ên nû dan pey.

Piştî leşkerî pêk hat û dezgehên ji bo hînkirina leşkerên xwe yên nû hatine çêkirin, Midûriyeta Disîplînê ya Kolorduyê ya Artêşa Gel a Koreyê birêxistin kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ International Institute for Strategic Studies (3 sibat 2010). Hackett, James (edîtor). The Military Balance 2010. London: Routledge. ISBN 1-85743-557-5.
  2. ^ http://www.globalsecurity.org/military/world/spending.htm World Wide Military Expenditures
  3. ^ http://www.globalsecurity.org/military/world/dprk/budget.htm
  4. ^ http://news.nationalpost.com/2012/12/06/north-korea-in-financial-trouble-after-blowing-100-million-on-tributes-to-dead-leader-kim-jong-il/
  5. ^ "North Korea Exports $100 Million a Year in Arms, UN Report Says". Bloomberg. 10 çiriya paşîn 2010.
  6. ^ UNFPA (1 çiriya pêşîn 2009). 한반도 인구 7천400만명 시대 임박 (bi koreyî). United Nations. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2012. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  7. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 31 adar 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 nîsan 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ See "Puk chuyo’gi’nyŏm’il 5-10 nyŏnmada taegyumo yŏlpyŏngsik" (North Korea Holds Large Military Parades for Anniversaries Every 5-10 years), Chosŏn Ilbo, 25 April 2007; Chang Jun-ik, "Pukhan Inmingundaesa" (History of the North Korean Military), Seoul, Sŏmundang, 1991, pp. 19-88; Kim Kwang-su, "Chosŏninmingun’ŭi ch’angsŏlgwa palchŏn, 1945~1990" (Foundation and Development of the Korean People’s Army, 1945~1990), Chapter Two in Kyŏngnam University North Korean Studies Graduate School, Pukhan’gunsamunje’ŭi chaejomyŏng (The Military of North Korea: A New Look), Seoul, Hanul Academy, 2006, pp. 63-78.
  9. ^ Elleman, Bruce. Beijing's Power and China's Borders: Twenty Neighbors in Asia. Routledge (2014). pp. 116-117
  10. ^ Scobell, Andrew; Sandford, John M. (nîsan 2007). "North Korea's Military Threat" (PDF). Strategic Studies Institute. Roja gihiştinê 8 îlon 2014.