Araxa navê serhildêrekî ermenî ye ku di dema Daryûsê Mezin de li Babîlê serî hildabû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Haldîta bû. Daryûs artêşekê di bin serweriya Vîdafarnayî de dişîne ser hêzên Arxayî. Serhildana wî têk diçe û ew tê kuştin. Arxa herwiha weke Nebukadnezar IV jî tê zanîn.

Araxa

Di nivîskên Bêstûnê de qala Araxayî biguhêre

  • ″Şah Daryûs dibêje: Hinga ez li Persiya û Medyayê bûm, babîliyan cara duyem li dijî min serî hildan. Zilamekî ermenî yê bi navê Araxa, kurê Haldîta, li Babîlê serî hilda. Li cihekî bi navê Dubala, wî ji mirovan re derew kirin û got: Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta. Piştre mirovên babîlî li dijî min serî hildan û çûne aliyê Arxayî. Wî Babîl girt û bû key li Babîlê.″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşek şande Babîlê. Persiyekî bi navê Vîdafarna, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberê wan û ji wî re got: Here, wê artêşa babîlî ku serîhildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Vîdafarna bi artêşekê çû Babîlê. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda Vîdafarna reda babîliyan bir û ew razî kirin ku tevlî min bibin. Di roja bîst û duyê meha Markasanaşê de (27ê çiriya paşîn) ew Araxa yê ku digot ez Nebukadnezar im û zilamên serkirde yên bi wî re girtin. Piştre min fermanek şand: Bila Araxa û zilamên serkirde yên bi wî re li Babîlê werin îşkencekirin!

Girêdanên derve biguhêre