Arşevê Oskan (jdb. 1967 - m. 25ê çiriya paşîn a 2012an) rojnamenivîs, helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1967an de li gundê Birkînêsê ku dikeve di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniya Binxetê de hatiye dinê.

Arşevê Oskan
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Wî xwendina xwe ya despêkê (seretayî) li gundê xwe kir û ya navçeyî li bajarê Dirbêsiyê û herweha lîse li bajarê Hesîçeyê.

Di sala 2001ê de wî û hin kesên din biryara derxistina kovara Zevî da û Oskan bû sernivîserê wê. Heyanî dawiya 2003an deh hijmar jê derketin û bi derketina nivîskar ji welêt, ew jî rawestiya.

Nivîskarê birkînêsî di salên dawî de li Almanyayê dijiya, zewîcî û bavê sê zarokan bû.

Arşevê Oskan ku bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, di 25ê çiriya paşîn a 2012an de li bajarê Hambûrgê (Almanya) çû ser dilovaniya xwedê.

Berhemên wî biguhêre

  • Hêviyên Birîndar, Helbest, 1995
  • Kê Gul Çinî?, Helbest, 1999
  • Berbang Qedexe ye, Helbest, 2001
  • Xewnistan. Helbest, Weşanên Do, 2010
  • Keştiya Penaberan, Roman, Weşanên Do, 2010
  • Awazên Evînê, Helbest, 2012

Çavkanî biguhêre