Famîleya leqatên aviyan

(Ji Aponogetonaceae hat beralîkirin)

Cinsê leqatên aviyan (herwiha famîleya leqatên aviyan), cinsê simbilên aviyan, cinsê zîpzîpeyan (Aponogeton) ji desteya Alismatales, navê cinseke riwekan e. Ji ber ku di di famîleya xwe de, wekî cins, bi tenê ye, navê xwe dide famîleyê jî.

Zîpzîpeya duleqat (Aponogeton distachyos)

Di gelek zimanan de, ji ber ku ev navê cinsekê ye, jê re dibêjin cinsê leqatên aviyan. Di desteya Alismatales de wekî sinbil, zîpzîpe tenê ev malbat heye. 43-48 (an jî 47-55) endamên vê cinsê hene. Li herêmên tropîk û subtropîk digihên. Bi taybeti li başûrê Afrîkayê û girava Madagaskarê tê dîtin. Li Asya, Awistraliya jî ne pirr kêm e.

Hin endamên vê cinsê di masîdankan (akvaryûm) tên bikaranîn, masîdankan dixemilînin. Li hin welatan ji bo masîdankan tên çandin. Ji ava şîrîn hez dikin. Ango ne li peravên deryayan, li aviyan digihên.

Sîstematîk biguhêre

Cara pêşîn sala 1782'yê bi pirtûka xwe Supplementum Plantarum,ji aliyê Carl von Linné yê ciwan ev cins (herwiha famîle) terîf kiriye, jê re Urirandra Thouars ex Mirb gotiye. Navê niha Aponogetonaceae sala 1856'ê Jules Émile Planchon diBotanical Magazine de bikaraniye.

Çavkanî biguhêre