Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Înglistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê), şervaneke enteryonalîst e ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox jî tê zanîn. Hêlîn femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye.

Anna Campbell
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Nasnav
Hêlîn QereçoxLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of Sheffield (en)
St Mary's Hall, Brighton (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Aktîvîsta/ê siyasî, militantLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Mont Campbell (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endama
Hunt Saboteurs Association (en)
Industrial Workers of the World (en)
Anarchist Black Cross (en)
Yekîneyên Parastina JinêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
Tevger
Anarcha-feminism (en), civil libertarianism (en), revolutionary syndicalism (en), proletarian internationalism (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Hêlîn Qereçox di sala 2017an de di dema şerê li DAÎŞê li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya kurt di gulana sala 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dibe ku rêxistineke leşkerî ya kurd e ku bi tenê ji jinan pêk tê.

Hêlên Qereçox li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve di 20 kanûna paşîn a 2018an li dijî kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîl ji bajêr dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de şehîd ketiye.

Jînenîgarî biguhêre

Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) li Lewes, Rojhilata Sussexê li Înglistanê wekî keça muzîkvanê rock Dirk Campbell û Adrienne Katie ji dayik bûye.[1][2] Dayika wê Katherine Emma "Adrienne Katie" ku bi eslê ji Bridgesê bû û jina duyem ê bavê wê bû.[3]

Bav û kalên Campbell leşker bûn ku di Navy Royal û Royal Artillery ya Înglistanê de xizmetê dikirin. Bapîrê wê di Şerê Cîhanî yê Duyem de di Alaya Tankê ya Royalê de xizmet dikir.

Hêlîn berê ku li Bristolê wekê lûlekar bixebite, li St Mary's Hall, Brighton, perwerde xwe wergirtiye û piştre li Zanîngeha Sheffieldê perwerdeya zanîngehê wergirt. Campbell tevlî gelek çalakiyên siyasî dibe ku di nav de xwepêşandanên xwendekarên Keyaniya Yekbûyî yên 2010an, Komeleya Saboteurên Hunt, Xaça Reş a Anarşîst û rêxistin û projeyên din ên anarşîst ku di nav de yên navneteweyî yên wekî ZAD de Notre-Dame-des-Landes hebû.[4]

Tevlîbûna şerê li Rojava biguhêre

Ji sala 2015an ve, bi sedan şervanên biyanî tevlî refên YPJ û YPGê li Rojavayê Kurdistanê bûne bi taybetî di dema şerê li dijî rêxistina tund a Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de bûne.[5] Di sibata 2018an de di dema êrîşa dewleta tirk ji bo dagirkirina Efrînê de herî kêm du dilxwazên “enternasyonalîst” jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de rojnamevanê azadîxwaz Olivier Le Clainche hebû.[6]

Hêlîn Qereçox, di dema şerê Rojavayê Kurdistanê de, Campbell bi YPJê re di Şerê Dêrezorê de, di operasyona li dijî keleha DAÎŞê li Dêrezorê beşdarî şer dibe. Anna Campbell di heman demê de di nav xebatên YPJê ya ji bo alîkariya mafên jinên Kurdistanê de jî cih digire. Li gorî The New York Timesê, ji ber parastina "herêmek otonom, ku piranîya herêmê kurd in li bakurê Sûrîyê ye ku bi navê Rojava tê naskirin, rêveberiya herêmê alîgirê siyaseteke laîk, demokratîk û wekhev, bi mafên wekhev ên jinan e bandor li Anna Campbell kiriye."[7]

Mirina wê biguhêre

Anna Campbell di dema dagirkirina Efrînê de ku di bin êrîşên dewleta tirk de bû di dema êrîşên mûşekên dewleta tirk de hatiye kuştin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kuştina Anna Campbell bi vê peyamê ragihand:[8][9]

Hevrêya me ya îngilîz Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) piştî berxwedana li dijî faşîzmê, li Efrînê ji bo afirandina cîhanek azad, bûye sembola hemû jinan. Em soz didin ku em ê têkoşîna Hêlîn bi cih bînin û bîranîna wê di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi rêzdarî bi bîr bînin.

Campbell yekem jina brîtanî ye ku di şerê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.[10]

Piştî ragihandina mirina Campbell, bavê wê dest bi kampanyayek ji bo vegerandina laşê wê kir ku ji hêla rêxistinên alîkariyê ve nedihat dîtin heta ku agirbestek li herêmê pêk hat.[11] Dirk Campbell, bavê Hêlîn Qereçox hikûmeta brîtanî bi "kêmbûna tevayî ya proaktîvbûnê" di alîkariya vegerandina tirba Hêlîn Qereçox de tawanbar dike ku heta niha tirba keça wî ji qada şer nehatiye derxistin.[12][13]

Li ser mirina Campbell li çaraliyê cîhanê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşanderên Tora Piştevaniya Kurd a Bristol (BKSN) û hevalên Campbell ofîsên BAE Systems (şirketa çekan) li Bristol, bajarê ku Anna berê lê jiyan kiriye, dane girtin. Çalakvanan şîrketê bi dayîna çekên ku li Rojava li dijî sivîlan hatine bikaranîn ji dewleta tirk re sûcdar kirin.[14] Li Bristolê salek piştî mirina Anna xwepêşandanek din dîsa hate lidarxistin. Hat ragihandin ku dordoreke mezin ji aliyê xwepêşandanan ve hatiye girtiye û li herêmê pirsgirêkên trafîkê rûdaye.[15] Li bajêr nivîsên li ser dîwaran ku hevgirtinê nîşan didin, bi taybetî li Easton, Bristol û St Pauls ku gelek projeyên anarşîst ên ku ew beşdarê wan bibû, hatine nivîsandin.[16]

Ji bo xwepêşandanên herêmî ji bo Anna Campbell, ji gelek kes û projeyên din ên li seranserê cîhanê piştgirî hatiye nişandan.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Martin, Laura (25 hezîran 2019). "Who was Anna Campbell, who went to fight ISIS?". inews.co.uk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  2. ^ Blake, Matt (1 nîsan 2018). "Anna Campbell's father: 'I don't think I had any right to stop her fighting in Syria'". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  3. ^ "Adrienne | dirkcampbell". web.archive.org. 29 îlon 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 îlon 2020. Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Bring Anna Home". Morning Star (bi îngilîzî). 25 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  5. ^ "Syrie: une combattante britannique pro-kurde tuée à Afrine". L'Express (bi fransî). 19 adar 2018. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  6. ^ "«Kendal Breizh», volontaire français chez les Kurdes, a été tué en Syrie". LEFIGARO (bi fransî). 19 sibat 2018. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  7. ^ Pérez-Peña, Richard (19 adar 2018). "Drawn to a Cause, British Woman Dies Fighting Alongside Kurds in Syria". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  8. ^ "British woman killed while fighting in Syria was 'fearless and noble'". www.shropshirestar.com (bi îngilîzî). 19 adar 2018. Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  9. ^ "Memorial for YPJ martyr Anna Campbell in London". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  10. ^ Blake, Matt (23 adar 2018). "'Thousands could die': female British fighter urges support for Syria's Kurds". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  11. ^ Warburton, Dan; Narain, Jaya (24 adar 2018). "Dad of a Brit killed fighting ISIS launches desperate bid to bring home her body". mirror (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  12. ^ Evans, Martin (21 adar 2018). "Father of British woman killed in Syria demands more help to repatriate her body". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2023.
  13. ^ "Grieving Lewes father of Anna Campbell takes legal action to bring her body home - Sussex Express". web.archive.org. 21 kanûna pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 kanûna pêşîn 2019. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ Cork, Tristan (23 adar 2018). "'Anna is with us' - Protest blockades BAE office over death of activist". BristolLive (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  15. ^ Grimshaw, Emma; Chipperfield, Daniel (16 adar 2019). "LIVE: Large police presence as protests block busy Bristol roundabout". BristolLive (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.
  16. ^ Smith, Joseph (24 adar 2018). "Graffiti, signs and messages of love for Anna Campbell spring up across Bristol". BristolLive (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 hezîran 2023.