Ampûl an jî gilope[1] şûşeya cama ku tê de gaza argon heye û wexta ku bi tezûya elektrîkê re temas dibe, derbasê rewşa geş dibe û li derûdora xwe ronî dide, ye. Di hundirê ampûlê de têlekî pir zirav ê ku ji metala tungstenê hatiye çêkirin heye. Ji vî têlê re filaman tê gotin. Tezûya elektrîkê ku ji ser vî têlê derbas dibe, vî têlê pir germ dike (nêzîkî 3000 °C). Bi saya vê jî têl li derûdora xwe re ronî dide.

Ampûleke geş (akkor)

Ampûl ji aliyê Thomas Edison ve hatiye çêkirin. Ev dahên yek ji dozînên Edisonê ye û di heman katî de jî dahêna herî mezin e.

Ampûlên ku îro tên bikaranîn, emrê wan 2 sal e. Lê carna heta 8 salan jî tên bikaranîn.

Dîrok biguhêre

 
Ampûlê ku ji aliyê Thomas Edison ve hatiye çêkirin[2].

Der barê ampûlê de gelek xebat hatine çêkirin. Mûcîda ampûlê Humphry Davy e. Lê belê emrên ampûlên wî pir kin bûne.Di heman salan de Thomas Edison û Joseph Wilson Swan ampûleke emrdirêj dîtine. Paşî Edison di sala 1880an de vê ampûlê pêşvebir û ampûla modern çêkir.

Filaman biguhêre

Di ampûlê de parçeyê ku germbûnê pêk tîne, ye. Filaman ji metala wolframê tê çêkirin.

Qedexekirina wê biguhêre

Ampûl ji ber ku berdariya wê kêm bû û li derûdora xwe re karbondîoksît berdidan, di 1ê kewçêra sala 2012 de li welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, hate qedexekirin. Bi vê qedexeyê ve hate armanckirin ku 40 milyar kîlowatseet enerjî bê sixurandin û emisyona karbondîoksîtê jî 15 milyon ton kêm bibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ ferheng.org http://ferheng.org/de/aperem/ferhengg.htm. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ (inglîzî) menloparkmuseum.org: Thomas Edison and Menlo Park

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: ampûl – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir