Almaniya swîsrî
Zaravayê zimanê almanî
Almaniya swîsrî sernavê hemû devokên herêma almanîaxêv ên Swîsrê ye.
Devokên almaniya swîsrî her çiqas ji hev cûda bin jî, almaniya swîsrî xwediyê zimaneke standart e jî: jê re 'almaniya swîsrî ya standart' tê gotin û di nivîsandinê de jî tê bikaranîn. Ango, ji zimanê axiftî re 'almaniya swîsrî', ji yê nivîsandî re jî 'almaniya swîsrî ya standart' tê gotin.