Alî Seydo Alî Gewranî, sala 1908 li Emmanê jidayikbû, dîplomatekî urdunî û ferhengzanekî kurd bû, ku danerê ferhenga kurdî ya nûjen e.

Alî Seydo Alî Gewranî
Navê rastî
عَلي سَيدو عَلي الگَوراني الكُردي
Jidayikbûn1908
Emman
Mirin1992
Emman
PîşeDîplomat, Nivîskar, Ferhengzan,Wergêr, Perwerdekar
NeteweKurd
HevwelatîUrdun
PerwedeZanîngeha Amerîkî li Beyrûtê
Berhemên navdar
Ferhenga Kurdî Nûjen Kurdî Erebî, Ji Emmanê heta Amêdiyê,
ZarokEşref Gewranî kurr, Omer Gewranî nevî
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Kok biguhêre

Alî Gewranî derbarê koka xwe dibêje:

ez ji hoza Dodkan ya kurdî me, ji şaxa ku li deşta Gewranê rûdinê, di navbera bajarên Diyarbekir û Erxenî de, li Kurdistana Tirkî û navê gundê me Lexerî ye. Kalkê min bi hêzên tirk re di sala 1880 hat bajaroka Seltê li Urdunê, ya ku desthelatdariyên osmanî lê navenda mîrî ya yekem vekir, û qayimeqamek û polîs û jendirme lê bicî kirin, tevî fermanberiyên din. Û hêzên asayişê lê hemû kurd bûn. Kalkê min li Seltê mir û li nik kelaya wê hat gorî kirin, û malbata me ji wê demê de li Urdunê rûdinê.[1]

Perwerde biguhêre

Di sala 1916 li Emmanê dest bi xwendina xwe ya sereta dike û piştî çar salan li Qudsê li xwendegeha Bîşop Gobat ya îngilîzî bidawî tîne. Paşre diçe xwendina xwe ya navincî li xwendegeha Rewdet El-Me'arif El-Weteniyya li Qudsê tekûz dike. Di sala 1924 diçe zanîngeha Amerîkî li Beyrûtê û di 22-06-1928 bekeloriyosa ramyarî û aborînasî digire. Gewranî dibêje: ez zankoyarê urdunî yê yekem bûm[1]

Kar biguhêre

1929: mamosteyê zimanê îngilîzî li xwendegeha Emmanê ya navincî.
1934: sekretêrê perlemana Urdunê
1938: birêvebirê xwendegeha navincî ya Kerkê
1940: birêvebirê xwendegeha navincî ya Emmanê
1942: sekretêrê wezareta navxweyî Urdunê
1943 - 1944: qayimeqamê Eclonê
1948: birêvebirê xwendegeha navincî ya Seltê
1949: birêvebirê xwendegeha navincî ya Irbidê
1949 - 1963: dîplomat, li Erebistana Siûdî, Yemen, Enqere û Şam. ew hat malnişînkirin bi pileya cîgir wezîr.[1][2]

Berhem biguhêre

Danîn biguhêre

  • Ferhengeke Kurdî Erebî
  • Geşteke li deverê Yemenê (bi Erebî)
  • Lor û Loristan (bi Erebî, di kovara akadîmiya kurdî li Bexdê sala 1974)

Wergerandin biguhêre

  • The Kurds: A historical and a political study, Hasan Arfa
  • Journey among brave men, Dana Schmidt
  • The kurdish republic of 1946, William Eagleton
  • The Kurds, Thomas Bois
  • Doğunun sorunları, Mehmed Emin Bozarsalan

Xelat biguhêre

  • Şanenîşana Stêra Urdunê ji pileya duwem (Urdun)
  • Şanenîşana Stêra Geş (Taîwan)
  • Şanenîşana Jêhatiyê ji pileya duwem (Sûrî)
  • Şanenîşana Perwerdekariyê ji pileya yekem (Urdun)[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Ferhenga Kurdî Nûjen, Alî Seydo Gewranî, 1985
    Jînenîgarî bi destê daner
  2. ^ a b Jînenîgariya Alî Gewranî li Malpera Wezareta Roşinbîriyê ya Urdunê[girêdan daimî miriye]