Akademiya Kurdî ya Hewlêrê

Akademiya Kurdî (bi soranî: ئەکادیمیای کوردی‎, lat. Ekadîmyay Kurdî) saziyeke Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê li Hewlêrê ye. Akademî bi pirsgirêkên zimanê kurdî re mijûl e. Serokê niha yê Akademiya Kurdî HemeSeîd Hesen e.

Akademiya Kurdî

Dîroka Akedmîyê

biguhêre

Akademîya Kurdî berdewamîya Korî Zanyarî Kurd e. Korî Zanyarî kurd, piştî Beyana 11ê Adarê, li sala 1971ê li Bexdayê hat damezirandin û heta sala 1978ê li ser karê xwe berdewam bû.

Piştî damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Korî Zanyarî dîsa hat vejandin û li sala 1997ê, li goreyê qanûna jimare 12ê ya ko li Parlamena Kurdistanê hat pejirandin, navê wê bû Korî Zanyarî Kurdistan. Korr bi wî navê xwe yê nû heta sala 2000ê berdewam bû. Paş ra, bi birryara jimare 95ê ya roja 13ê Çiriya paşîn ya sala 2000ê ya Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Şefîq Qezaz wekî serokê wê hat danan. Wê rewşê heta yekgirtina herdu îdareyên Hukemta Herêma Kurdistanê yên Hevlêr û Silêmanî (bajar)yê li sala 2007ê, biawayekê fermî û bi qanûneka nû ji Parlamana Kurdistanê navê wê hat guhartin û bû navê wê yê niha (Akademiya Kurdî).

Pêkhatîya Akademîyê

biguhêre

Li goreyê benda 6ê ji qanûna Akademîyê, nabe ko endamên Akademîyê ji 9 kesan kêmtir û ji 15 kesan zêdetir be. Ji wan 5 kes endamên xwe-terxankirî ne. Anko ew endam dibê bi tenê li Akademîyê bixebitin û nabe ko karekê dî yê wan yê fermî hebe.

Bi ser van 15 endaman ra, ko dibêjinê "endamên kara", endamên harîkar û endamên şerefê jî hene.

Endamên Akademiyê

biguhêre

Gerra 1ê (ji 22ê Tebaxa 2007ê heta 12ê Îlona 2011ê):

biguhêre
  1. Dr. Şefîq Qezaz, serok
  2. Reşîd Findî, cêgirê serokî
  3. Azad Ehmed, Sekretêr
  4. Dr. Necatî Ebdulla, endamê xwe-terxankirî
  5. Dr. Kemal Mezher Ehmed, endamê xwe-terxankirî
  6. Dr. Izedîn Mistefa Resûl, endam
  7. Dr. Nûrî Talebanî, endam
  8. Dr. Ebdilfetah Botanî, endam
  9. Dr. Mihsin Mehmed Hisên, endam
  10. Dr. Cemal Ebdol, endam
  11. Dr. Cebar Qadir, endam
  12. Dr. Wirya Emer Emîn, endam
  13. Mueyed Teyib, endam
  14. Mehmedê Mela Kerîm, endam
  15. Mhmed Eli Qeredaxî, endam

Gerra 2ê (ji 13ê Îlona 2011ê heta 12ê Îlona 1015ê):

biguhêre
  1. Dr. Nûrî Talebanî, serok
  2. Azad Ehmed. cêgirê serokî
  3. Necatî Ebdulla, sekretêr
  4. Kemal Mezher, endam
  5. Izedîn Mistefa Resûl, endam
  6. Şefîq Qezaz, endam
  7. Ebdilfetah Botanî, endam
  8. Mihsin Mehmed Hisên, endam
  9. Cemal Ebdol, endam
  10. Cebar Qadir, endam
  11. Wirya Emer Emîn, endam
  12. Mehmed Elî Qeredaxî, endam
  13. Farûq Emer Sidîq, endam
  14. Ebdurehman Mizûrî, endam

Gerra 3ê (ji 20ê Îlona 2015ê heta ):

biguhêre
  1. Dr. Ebdilfetah Botanî, serok
  2. Necatî Ebdulla, cêgirê serokî
  3. Izedîn Mistefa Resûl, endam
  4. Mihsin Mehmed Hisên, endam
  5. Cemal Ebdol, endam
  6. Wirya Emer Emîn, endam
  7. Mehmed Elî Qeredaxî, endam
  8. Farûq Emer Sidîq, endam
  9. Ebdurehman Mizûrî, endam

Gerra 4ê (ji heta ):

biguhêre

Gerra 5ê (ji 10ê Adara 2024ê heta niha):

biguhêre
  1. HemeSeîd Heseh Fetah, serok
  2. Dr. Karwan Emer Ehmed, cêgirê serokî
  3. Dr. Lezgîn Çalî, sekreter
  4. Mueyed Teyib, endamê xwe-terxankirî
  5. HemeZiyad Mewlûd Ehmed, endamê xwe-terxankirî
  6. Dr. Ehmed Qerenî (Ehmed Mehmed Mam Osman), endam
  7. Dr. Pexşan Fehmî Ferho, endam
  8. Tehsîn Doskî, endam
  9. Dr. Qeys Kakil Tewfîq, endam
  10. Dr. Ebdulwahid Idrîs Şerîf, endam
  11. Dr. Mihsin Ehmed Emer, endam

Girêdanên derve

biguhêre