Adalet Ağaoğlu
Adalet Ağaoğlu, (jidayikbûnê Sümer; jdb. 1929 li Nallıhan a parêzgeha Enqereyê - m. 14ê tîrmehê a 2020 li Stembol) nivîskareke romî (tirk) ye. Nêrîn û helwesta wê ya bo bicihanîna daxwazên kurdan, neyînî ye. Wekî oryentalîstan kurdan dinirxîne. Di hevpeyvînên xwe yên navneteweyî de tevahiya paşdemayînên Tirkiyeyê dike para kurdan.
Adalet Ağaoğlu | |
---|---|
Jidayikbûn | 13 çiriya pêşîn 1929 |
Mirin | 14 tîrmeh 2020 Stembol |
Cihê goristanê | Goristana Asrî ya Cebeciyê |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xebat | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan
biguhêreFatma Inayet ("Adalet") Sümer li Nallıhanê dibistana seretayî, li navenda Enqereyê ya amadeyî bidawî dike. Di ciwaniya xwe de pirr di bin bandora Reşat Nuri Güntekin de maye. Di zanîngeha Enqereyê de, perwerdeya ziman û wêjeya fransî dibîne.
Di saziya radyo-televîzyonê TRTê de dest bi kar dike (1951). Sala 1955 bi endezyar Halim Ağaoğlu re marî dibe (dizewice). Li DYAyê dimîne (1957–1959). Bi nasên xwe ve bi navê "Meydan Sahnesi - Dika meydanê" şanoyekê vedikin. Heya sala 1970yê di TRTê de dimîne.
Piştre xwe dide romanê. Yekem romana wê sala 1973yê tê weşandin. Tevlî gelek konferansên navneteweyî dibe. Li wan deran pesnê kemalîzm-modernîzmê dide. Zanîngeha Ohio State University, ji bo xatirê wê konferansekê bi navê "Modernism and Social Change: In Honor of Adalet Ağaoğlu" li dar dixe. Di heman konferansê de kurd û daxwazên kurdan tên rexnekirin, gotûbêjkirin.
Çavkanî
biguhêre- Erika Glassen: Nachwort zu Sich hinlegen und sterben
- Gülperi Sert: Formen des Selbstbewußtseins der Frau in den Romanen von Erica Pedretti, Barbara Frischmuth und Adalet Agaoglu. Phil. Diss. (Masch.) Ege Universität 1991
Girêdanên derve
biguhêre- Kurtejînenîgarî li Unionverlag Girêdana arşîvê 2012-01-04 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |