Adîgey an Çerkes navê neteweyekî li Qefqas e. Ew xwe bi navê Adîgey binavdikin û zimanê xwe jî wek Adîgeyî binavdikin.

Pirrê caran Çeçen û Çerkes tên tevlîhevkirin, ji hev cuda ne. Dîroka Adîgeyan heya b.z. 4000´î kevn e. Tê îdîakirin ku ji bêrên Kîmmer in. B.z. 400´î de dewleteke xurt li perên Derya Reş damezirîne ku paytextê vê desthilatiyê bajarê Gorgippa (îro Anapa) bûye. Piştî pejirandina ola Îslamê zimanê wan ketiye bin bandora Erebî. Wekî Kurdî wan jî hêj kêşeyên xwe yên alfabe, zimanê standart hwd safî nekirine.

Di dawiya sedsala 19. de nakokî û şerê Osmanî û Ûrisan bandora xwe li gelê Adîgey jî dike. Bi fermî 750.000 Çerkes ji Rûsyayê têne derkirin. Osmanî wan li Kurdistanê û hin deverên Anatoliya bicih dike. Îro li bajarên wekî Bolu, Düzce, Bursa, Istanbul hwd ên Tirkiyê bi milyonan Çerkes dijîn. Mixabin dûgela Tirk nasnameyê wan ê neteweyî napejirîne. Ziman û çanda Adîgeyan di bin xetereya mirinê de ye.

Hejmara Gelê Adîgey

biguhêre
  • Li Tirkiyê 2.400.000 (sala 2000)
  • Li YE 10.000
  • Li DYE 1.000
  • Li Adîgeya (herêma otonom) nêzîkî 170.000
  • Li Urdun 40.000
  • Li Sûrî 80.000
  • Li Îsrael 3000
  • Li Kosovo 2500
  • Li Sirbîstan 1000
  • Li Karaçay - Çerkesyan 50.000
  • Li Kabardîno - Balkarya 400.000
  • Li derên din (bi giştî) nêzîkî 500.000

Zimanên wan ji zimanmalbata Qefkasî ji şaxa bakurê rojavayê ne. Du zimanên an zaravayên wan ên sereke hene: Adîgeyî û Kabardînî.

Alfabeya Adîgeyan

biguhêre

А а Б б В в Г г Гу гу Гъ гъ Гъу гъу Д д Дж дж Джъ джъ Дз дз Дзу дзу Е е Ё ё Ж ж Жъ жъ Жъу жъу Жь жь З з И и Й й К к Ку ку Къ къ Къу къу КI кI КIу кIу Л л Лъ лъ ЛI лI М м Н н О о П п ПI пI ПIу пIу Р р С с Т т ТI тI ТIу тIу У у Ф ф Х х Хъ хъ Хъу хъу Хь хь Ц ц ЦI цI Ч ч ЧI чI Ш ш Щ щ Ъ ъ Ы ы Ь ь Э э Ю ю Я я I

Girêdanên derve

biguhêre