AbiWord bernameyeke nivîsandinê ye. Fonksyionên wê ji Wordpadê firehtir e, lê ji OpenOffice.org an Microsoft Wordê kêmtir e.

AbiWord

Malper    abiword.org
Avabûn 1998
biguhêreBelge

AbiWord nivîsbariya azad e û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Kurdî jî di nav van zimanan de ye. Wergera kurdî ji aliyê Koma PCKurd ve hate pêkanîn.

Piştî guhertoya (versiyon) 2.2.8 AbiWord kontrola rastnivîsa kurdî jî pêk tîne.

Ji Bo Rojname, Kovar, Tv û Radyoyên Kurdî biguhêre

Ev bername dê karê rojname, kovar, tv û radyoyên kurdî hêsantir bike. Lewre ew dê nûçeyên xwe zûtir binivîsin û ji ber redaksiyon (rastnivîs) a otomatik (jixweber) dê demeke zêde li ser komputerê winda nekin û bikaribin nûçeyên xwe bi kurdiyeke serast bidin.

Ji Bo Weşanxaneyan biguhêre

Weşanxane dê redaksiyona pirtûkên xwe di demeke kurt de û bi awayê herî nêzîkî rastiyê biqedînin. Piştî ku gotinên çewt di pirtûkê de neman, dê bi tenê ji bo serastkirina hevokan pirtûka xwe bixwînin û dê gotinên ji ber kumik, tîp, an jî nîşanekekê çewt tên çapkirin êdî nemînin.

Girêdanên derve biguhêre