Abgar V Ukamma (ji zimanê suryanî: Abgarê Pêncem ê Reş) an jî Abgarus V yê Edessayî di navbera 4 berî zayînê û 7 piştî zayînê û dîsa di navbera 13 û 50 piştî zayînê de keyê Osroene bi paytexta Edessa bû.[1]

Abgar V
Image dans Infobox.
King of Assyria (en)
Mirin
Cihê goristanê
Dêra Apgar (d) (?)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
DesthilatdarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malbat
Abgar (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Ma'nu Saphul (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Awde (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Helena of Adiabene (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Étape de canonisation
Ezîz (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Di kevneşopiya mesîhî de, Abgar wekî pîrozek tête dîtin ji ber ku tê bawerkirin ku baftîzmiya wî yekem împeratoriya xiristiyan a cîhanê ava kiriye. Li dêra ortodoks cejna wî di 11 û 28ê cotmehê de û li dêra suryanî jî di 1ê tebaxê de ye. Li dêra katolîk a Romayê roja cejna wî 20ê hezîranê ye.

Kurtejiyan

biguhêre

Abgar ji hêla Tacitus ve, ku çavkaniyek nêzîkê hemdem e, wekî "keyê ereban" hate binavkirin.[2] Mûsayê Xorenî Abgar wekî ermenî nîşan da,[3] lê lihevhatina zanyarên nûjen dipejirînin ku gelê Abgarî bi rastî xanedaneke ereb bû.[4][5][6][7][8]

Tê gotin ku Abgar V yek ji keyên pêşîn ên xiristiyanan e, ku bi saya Tadeusê Edessayê, yek ji heftê şagirtan, derbasî xiristiyaniyê bûye.[9] Ev Thaddeus metranê Edessa bû û carinan bi şandî Cihûda Thaddeus re tê yekkirin.

Abgar V di sala 4ê BZ de hat ser hukim. Ew bû vasalê Romayê, di sala 7ê PZ de textê xwe winda kir û pênc sal şûnda ew dîsa bû key. Mûsayê Xorenî di çavkaniyên xwe de radigihîne ku jina sereke ya key Abgar V, Helena ya Adiabene, jina berê ya Monobaz I, keyê Adiabene, bû. Bi vî awayî keyaniyên Edessa û Adiabene girêdayî hev bûn.

Li gorî Robert Eisenman jî îxtîmal heye ku Helena yek ji jinên King Abgar V be. Eisenman hîna wêdetir diçe û Abgar bi pêxember Lûqa re dike yek.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "CATHOLIC ENCYCLOPEDIA: Edessa". www.newadvent.org. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  2. ^ "History of Syriac texts and Syrian Christianity - Table 1". web.archive.org. 27 sibat 2018. Ji orîjînalê di 27 sibat 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  3. ^ Arkun, Aram (2003-03). "Armenian Van/Vaspurakan, Richard G. Hovannisian, ed., UCLA Armenian History and Culture Series: Historic Armenian Cities and Provinces, vol. 1, Costa Mesa, California, Mazda Publishers, Inc., 2000, xi + 308 pp., 4 maps plus illustrations and figures, ISBN: 1-56859-130-6 (pb)". Iranian Studies. 36 (1): 132–134. doi:10.1017/s0021086200001390. ISSN 0021-0862. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  4. ^ Edwards, Iorwerth Eiddon Stephen; Bowman, Alan; Garnsey, Peter; Cameron, Averil (1970). The Cambridge Ancient History: Volume 12, The Crisis of Empire, AD 193-337 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-30199-2.
  5. ^ "Osroëne | Middle East, Syria, Armenia | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  6. ^ Skolnik, Fred; Berenbaum, Michael (2007). Encyclopaedia Judaica: Nat-Per (bi îngilîzî). Macmillan Reference USA. ISBN 978-0-02-865928-2.
  7. ^ Roberts, John Morris; Westad, Odd Arne (2013). The History of the World (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-993676-2.
  8. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  9. ^ "Catholic Encyclopedia (1913)/Doctrine of Addai - Wikisource, the free online library". en.wikisource.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.