Abdullah Kiran
Abdullah Kiran di sala 1965an de li Diyarbekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lîse (1981-84) li Licê xwend. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Stembolê beşa felsefe, zimannasî û têkiliyên navneteweyî xwend û di sala 2000î de, bi teza xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn Av" doktoraya xwe temam kir. Di salên 2004-2005an de li Zanîngeha Beykentê, di salên 2006-2009an de li Zanîngeha Amerîkî ya Kîprosê, di havîna 2013an de li Zanîngeha Bîlgiyê ders dane. Havîna 2011an, li Amerîka, li Zanîngeha Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye.
Abdullah Kiran | |
---|---|
Jidayikbûn | 1965 Duderya (gundeke Pasûrê) |
Bernav | Felat Dilgeş, Alan Merwanî |
Zimanê nivîsinê | Kurmancî û tirkî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi kurdî pirtûk, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî derketine[çavkanî hewce ye]. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî Gulistanê de roleke bingehî leyîstiye û wek gerînendeyê giştî yê kovarê xebitiye[çavkanî hewce ye]. Ji sala 2010an vir ve, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, di beşên kurdî û siyasetnasiyê de dersê dide û serokê beşa têkiliyên navneteweyî ye. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê erebî û grekî dizane.
Berhemên wî biguhêre
- Kula Dêrsimê, 1992, Şano.
- Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan, ISBN 9786059413138, 1998, Lêkolîn.
- Dilşa, Weşanên Nûbihar, ISBN 6055053260, Weşanên Nûbihar, Çapa Yekem, Stembol, 2014, Çîrok.
- Bi xatirê te zimano, ISBN 9786055053253, 2014.
- Ferhenga Zanistên Civakî, Weşanên Nûbihar, ISBN 9786055053208, Çapa Yekem, 2017.
- Ortadoğu'da Su: Bir Çatışma ya da Uzlaşma Alanı (Li Rojhilata Navîn Av: Meydana Herbê an Lihevhatinê), ISBN 9756051043, Stenbol, 2005.
- Arap Baharı: Ortadoğu'da Demokrasi Arayışı ve Türkiye Modeli (Bihara Erebî: Hewlên Demokrasiyê Li Rojhilata Navîn û Modela Tirkiyeyê - edîtor: Dr. Murat Aktaş, tevî nivîskarên din xebateke hevpar), ISBN 9786051333267, 2012.
- Başkanlık Sistemi: Karşılaştırmalı Bir İnceleme ve Türkiye İçin Değerlendirmeler (Sîstema Serokatiyê: Tetqîqeke Muqayeseyî û Nirxandinên Ji bo Tirkiyeyê - edîtor: Murat Aktaş, Bayram Coşkun, xebateke hevpar), ISBN 9786051336640, 2013.
- Yeni Bir Ortadoğu ve Kürtler (Rojhilateke Navîn yê Nû û Kurd), ISBN 9789944221177, 2016.
- Dozger, Weşanên Nûbiharê, ISBN 9786059413558, 2019.
- Ortadoğu'da Kürtler ve Türkler (Kurd û Tirk Li Rojhilata Navîn), ISBN 9789944221290, 2019.
- Tarihin Efendileri: Krallar, Sultanlar, Filozoflar (Serwerên Dîrokê: Şah, Siltan, Fîlozof), ISBN 9789944221337, 2020.