Abdi İpekçi
Abdi İpekçi (jdb. 9ê tebaxê 1929, Stembol – m.1ê sibatê 1979, Stemnbol) rojnamevanê tirk, berpirsiyarê karê nivîsaran ê giştî yê berê yê Milliyetê ye. Ew di sûîkastekê de jiyana xwe jidestdide.
Abdi İpekçi | |
---|---|
Jidayikbûn | 9 tebax 1929 |
Mirin | 1 sibat 1979 Stembol |
Sedema mirinê | Mêrkujî |
Cihê goristanê | Goristana Zincirlikuyuyê |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Galatasarayê, di zanîngeha Stenbolê de çendekê perwerdeya dadnasiyê dibîne. Di sala 1943ê de bi amatorî dest bi rojnamevaniyê dike. Di sala 1954î de dikeve rojnameya Milliyetê û di sala 1959î de dibe redaktorê giştî.
Ew xwedî gelek xelatên çapemeniyê yên navxweyî bû. Di saziya radyo-TV ya dewleta Tirk TRTê de di nava salên 1961 - 1970ê de bername çêdikir. Di sendîkayên çapemeniyê de cihdigirt û lêdigeriya ku di standardên navneteweyî de karê çapemeniyê were kirin.
Ew ji aliyê Mehmet Ali Ağca ve hat kuştin.
Berhemên wî
biguhêre- Afrika - Afrîka (1955)
- İnönü Atatürk'ü Anlatıyor - İnönü ji Atatürk diaxive (1968)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |