Ebas III

(Ji Abbas III hat beralîkirin)

Ebas III, Ebasê Sêyê ( Çile 1732 - Reşemî 1740 ) (bi farisî : شاه عباس سوم ) kurê Şah Tahmasp II û Şahparî Begê xanedana Sefewî bû û ji 1732 heta 1736 padîşah bû. Şah)

Ebas III
Image dans Infobox.
Şah
-
Tahmasp II (en)
Jidayikbûn
Mirin
Navê rastî
شاه عباس سوم‎Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Malbat
Sefewiyan (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Tahmasp II (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Ebasê pitik di 7ê îlona 1732an de wek hikûmdarê Îranê hat tayînkirin.[1] Nadir Xan, ku mîrê rastîn ê welêt bû, postên cîgirê dewletê û cîgirê şahê girt. Ebas III di adara 1736sn de, dema ku Nader Xan xwe wek Nadir Şah tac kir, ji kar hat avêtin. Ev yek dawiya fermî ya xanedana Sefewî nîşan dide. Ebas ji bo ku tev bavê xwe bibe di zindana Sabzewar a Xorasanê de hat şandin.[2] Mohammed Hosein Tahmasp xeniqand, Ebas ciwan bi şûrê xwe birrî û birayê wî Esmaîl jî kuşt. Li gorî Michael Axworthy dîroka van bûyeran spekulatîv e, lê dibe ku ew di gulan an hezîrana 1739an de pêk hatine.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Axworthy p. 123
  2. ^ Axworthy p. 165
  3. ^ Axworthy p. 221