Açîna

navê serhildêrekî elamî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Elamê serî hilda bû

Açîna an jî ššina navê serhildêrekî elamî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Elamê serî hilda bû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Upadarma bû. Açîna ji aliyê şervanên Daryûs ve têk diçe û dîl tê girtin. Piştre ji aliyê Daryûs ve tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Açîna biguhêre

  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştî ku min Gomada yê magî kuşt, zilamekî bi navê Açîna, kurê Upadarma, li Elamê serhildanek da destpêkirin û ji mirovên li Elamê re digot: Ez keyê Elamê me. Lewma mirovên Elamê bûne serhildêr, û ew li pey Açîna çûn: ew li Elamê bû key.″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre min (balyozek?) şande Elamê. Ew Açîna ji min re zincîrkirî hate anîn, û min ew kuşt.″

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre