Şorbeya kartolê
Şorbeya kartolê kêm be jî di pêjgeha kurd de tên kelandin. Kurd kartolê bêhtir di hêyavk, tiyanan de bikartînin. Li herêmên soranîaxêvan, Botan, Tolhildanê bêhtir tên zanîn û kelandin. Dîsa kurdên Cihû jî dixwin.
Standardeke vê şorbeyê nîne. Mirov dikare lê kêm-zêde bike.
Berkeliya şorbeya kartolê ya Botanê
biguhêreÇêkirin
biguhêreHêkê bixaşînin dê zerika wê ji we re lazim be. Pîvazê li rêşkerê bidin, di rûnbirêşkê de biqijilînin. Ardê berdin navê, tevdin. Kartolan li rêşkerê bide, di nava ava goşt de bikelîne. Bi kefgîrê kartolan bigire bidarivîne, xwê pê werbike.
Zerika hêkê derîne, di nava şîr de biçelpîne û wê jî berde nava xwarinê. Îsot an biharatên ku hûn bixwazim pê werbikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |