Şorbeya dizan, şorbeya genimê ya bi goştê mirîşkê ye. Herwiha mirov dikare goştê qaz an cilûxê (elok, hulî) jî bikarbîne.

Çima gotine şorbeya dizan? biguhêre

Ev nav, herêmî ye. Li hin deverên Serhedê, bi taybetî li gundên êla Bekiriyan lê cihwar in, behsa şorbeyekê tê kirin ku dişibe vê şorbeyê. Dibêjin "zirzeya derê pûnik û pûngala kê hatiye şikestin bila here pê stûyê mala ku şorbeya mirîşkî kelandine, bigire". Ango dibe ku wan mirîşk dizîbin.

Helbet ev ji gotin, galegal û henekên civakê ne, mala ku lê mirîşk hatiye çêkirin, dibe ku mala mele, sofî, pîr û şêxekî be. Herwiha, ev xwarin a dewlemendan e, lewra gelek tişt dikevinê û ew jî ne erzan in.

Ev nav wisa maye. Avsîra dîzan jî dibêjin. Avsîr di hin devokan de di wateya şorbeyê de ye.

Berkelî (bo heşt kesan) biguhêre

Çêkirina xwarinê biguhêre

Genimê xwe pakij bikin, têxin badiyeke mezin. Bi tiliyekê ser re, avê bixinê û bi qasî 3 katjimêrî bidin sekinandin, bo nermijîkirinê.

Gizêr, pîvaza teze, bendikê kûbîkî tîke bikin, pelên bendikê hûrik hûrik hûr bikinê.

Mirîşka xwe amade bikin, bi saxî bikin quşxane yan beroşekê. Zebzeyên xwe berdin navê û ava we pîvabû berdin serê. Îsota reş û xwêyê jî tevlî bikin, bi qasî katjimêrek (saetek) bikelînin.

Dema keliya mirîşka xwe derînin. Ava wê di quşxaneyê de bila bimîne, bendik, fringî, genimê tevlî bikin, agirê xwe nizm bikin, bi qasî saetekê jî wisa bikelînin.

Goştê mirîşkê ji hestiyan veqetînin, wekî rişteyê ta bi ta bikin. Hêj kela xwarina we bidawî nebûye (ango saetekê di germiya nizm de), goştê xwe berdin navê.

Bexdenûsa hûrane hatiye hûrkirin, îsota reş, xwê û rûnê zeytê berdin ser xwarinê, carekê kelê pê bînin.

Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).

Heger ev mirîşka we, ya diziyê bû, tehma wê jî xweştir dibe (!).