Şerê sar (têgeha giştî)

Şerê sar  rewşeke dubendiyê ye ku di navbera neteweyan de pêk dihê û bi giştî rasterast şer nakin lê bi awayekî giştî û sereke b rêya kiryarên polîtîk, propoganda, sîxurî û şerên bi weklatê tên meşandin. Ew şer bi destê cîgiran tên kirin. Wekîl dewlet in ku dibin "dewletên girêdayî"ên neteweyên dijber wek mînak, neteweyên piştgiriya wan dikin yan jî bandora wan ya siyasî li ser heye. Dijberên di şerê sar de, dê, bi piranî, alîkariya leşkerî û aborî yên wek çek û piştgiriya taktîkî û şêwirmendên leşkerî dide wan ta ku alîgirên welatên dijber yên şerî kêm bikin.

Jêdera têgehê biguhêre

Derbirîna "şerê sar" ji aliyê dîrokî ve xwedan çend wateyên cuda ye. Di sedsala 14an de, Don Juan Manuel dubendiya di navbera Xiristiyanîyê û Îslamê de bi kar anî û cudahiya şerê sar û germ jî diyar kir. "Şerê ku gelek dijwar, tund û germ yan bi mirin yan jî bi aştiyê bi dawî dibe lê belê şerekî sar, ne aştiyê tîne û jî serfiraziyê dide kesên piştgiriya wî dikin." [1] Dûre piştî şerê cîhanê yê duyem George Orwell ev têgeh di gotareke bi navê "“You and the Atomic Bomb”" anku "tu û bombeya atomî" de bi kar anî ku ew gotar di 19ê cotmehê ya sala 1945an de di rojnameya Birîtanî Tribuneê de derket.Di cîhaneke ku di nav tirsa şerê nûklear de dijî, wî wisa got " aştiya ku ne aştî" ku wî ev nav lê kir "şerê sar" yê berdewam. Orwell rasterast got ku ev rûbirûbûna îdeolojiyan di navbera Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û hêzên Rojavayî de ye..[2][3] Herwiha, dûra Orwell nivîsî ku "Piştî konferansa Moskovayê de, Rûsiya dest bi şerê sar li ser Birîtanya û împeratoriya Birîtanî kir."”[4]

Pênasîn êdî wisa bûye ku ji bo wan şeran tên gotin yên ku rasterast nayên kirin. Bikaranîna pêşî ya di vê wateyê de ya şêwirmnedê serokatiyyê û aboriyê yê Amerîkayî Bernard Baruch e ta ku rewşa cîhanê piştî şerê cîhanê yê duyem û nakokiyên wê yên jeopolîtîk di navbera Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û dewletên girêdayî wê û Dewletên yekbûyî û hevalbendên wê yên Ewropaya rojavayî vebêje.[5] 16ê nîsana 1947an li Kalîfornya başûrî, axaftineke wisa çêbû (Ji aliyê rojnamevan Herbert Bayard Swope)[6] û got" Bila em xwe nexapînin, em îro di nava şerekî sar de ne" û peyamnêrê rojnameyê û nivîskar Walter Lippmann ev têgeh bi nivîsÎna pirtûka "Şerê Sar"(1947) ev têgeh belavtir kir”[7][8]

Di çanda gelêrî de biguhêre

televizyon û pêlîsokên kompûterê de

  • Pax Cybertronia yên rewşên  Decepticonsê û  Predacons di The Transformers û Beast Wars.
  • Di bûyerên da dû Şerê mezin yê Galaktîk yê  Şerê gerestêrkan: Komara kevin.
  • Şerê "demkî" yê sar di hersê demsalên pêşî yên rêzefilmê Star Trek: Enterprise jî diyar dibe..

Herwiha biguhêre

Çavkanî biguhêre

Nîşe

  1. ^ McCauley, Martin (2004). Russia, America and the Cold War. Pearson Education Limited. {{cite book}}: Ji bo parametreya |access-date= parametreya |url= hewce ye (alîkarî)
  2. ^ Kort, Michael (2001). The Columbia Guide to the Cold War. Columbia University Press. r. 3.
  3. ^ Geiger, Till (2004). Britain and the Economic Problem of the Cold War. Ashgate Publishing. r. 7.
  4. ^ Orwell, George, The Observer, March 10, 1946
  5. ^ Gaddis 2005, p. 54
  6. ^ Safire, William (1 çiriya pêşîn 2006). "Islamofascism Anyone?". The New York Times. The New York Times Company. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2008.
  7. ^ 'Bernard Baruch coins the term "Cold War"', history.com, April 16, 1947.
  8. ^ Lippmann, Walter (1947). Cold War. Harper. Roja gihiştinê 2 îlon 2008.