Şerê navxweyî yê Çînê

(Ji Şerê Navxweyî yê Çînê hat beralîkirin)

Şerê Navxweyî yê Çînê şerê navbera Partiya Neteweperest a Çînê (Kuomintang) (PNÇ) û Partiya Komunîst a Çînê ye. Ew di sala 1927an de piştî Sefera Bakur dest pê kir. Dî vê seferê da Chiang Kai-shek komînesten PKÇ'ê paqîj kir. Pevçûna sereke di sala 1950 de bi dawî bû[1]. Komunîstan, Çîna niha (girava Hainan jî di nav de) xistin bin kontrola xwe, jî neteweperestan ra Taywana niha, Penghu û çend giraven dîn ma.

Şerê navxwe yê Çînê
ChineseCivilWarCollage
Leşkerên komunîst di Şerê Sipingê de, leşkerên Misilman ên Artêşa Şoreşger a Neteweyî, Mao Zedong di salên 1930-an de, leşkerên Chiang Kai-shek, generalê CCP Su Yu berî Operasyona Menglianggu leşkeran teftîş dike
Dîrok 1 Tebax 1927 - 22 Kanûn 1936
31 Adar 1946 - 7 Tebax 1950
Herêm Çîn
Encam Komunîst serketin.
Aliyên şer
Ala KuomintangKuomintang Partiya Komunîst a Çînê
Fermandar
Ala Kuomintang Çan Kay Şek
Ala Kuomintang Bai Chongxi
Ala Kuomintang Çen Çeng
Ala Kuomintang Li Zongren
Ala Kuomintang Yan Xishan
Ala Kuomintang He Yingqin
Ala Kuomintang Hu Zongnan
Ala Kuomintang Gu Zhutong
Ala Kuomintang Wei Lihuang
Ala Kuomintang Du YumingŞablon:Surrendered
Ala Kuomintang Sun Li-jen
Ala Kuomintang Fu ZuoyiŞablon:Surrendered
Ala Kuomintang Liu Chih
Ala Kuomintang Xue Yue
Ala Kuomintang Wang Yaowu
Ala Kuomintang Tang Enbo
Ala Kuomintang Huang Baitao 
Ala Kuomintang Zhang Lingfu 
Ala Kuomintang Zhang Xueliang
Ala Kuomintang Feng Yuxiang
Ala Kuomintang Zhang Huizan
Ala Kuomintang Ma Jiyuan
Ala Kuomintang Ma Bufang
Ala Kuomintang Ma Dunjing
Ala Kuomintang Xu Yungquan
Ala Kuomintang He Chengjun
Ala Kuomintang Li Mingzhong
Ala Kuomintang Ma Hushan
Ala Kuomintang Ma Ju-lung
Ala Kuomintang Pai Tzu-li
Ala Kuomintang Xu Guansheng
Ala Kuomintang Ma Zhongying
Ala Kuomintang Zhang Peiyuan
Ala Kuomintang Wang Tiexiyang
Ala Kuomintang Xiong Shihui
Ala Partiya Komunîst a Çînê Mao Zedong
Ala Partiya Komunîst a Çînê Zhu De
Ala Partiya Komunîst a Çînê Peng Dehuai
Ala Partiya Komunîst a Çînê Çu Enlay
Ala Partiya Komunîst a Çînê Lin Biao
Ala Partiya Komunîst a Çînê Liu Bocheng
Ala Partiya Komunîst a Çînê He Long
Ala Partiya Komunîst a Çînê Chen Yi
Ala Partiya Komunîst a Çînê Luo Ronghuan
Ala Partiya Komunîst a Çînê Xu Xiangqian
Ala Partiya Komunîst a Çînê Nie Rongzhen
Ala Partiya Komunîst a Çînê Ye Jianying
Ala Partiya Komunîst a Çînê Deng Şiaoping
Ala Partiya Komunîst a Çînê Su Yu
Ala Partiya Komunîst a Çînê Chen Geng
Ala Partiya Komunîst a Çînê Wang Jiaxiang
Ala Partiya Komunîst a Çînê Ye Ting 
Ala Partiya Komunîst a Çînê Bo Gu 
Ala Partiya Komunîst a Çînê Li De
Ala Partiya Komunîst a Çînê Zhang Guotao
Ala Partiya Komunîst a Çînê Liu Zhidan
Ala Partiya Komunîst a Çînê Xu Haidong
Ala Partiya Komunîst a Çînê Luo Ruiqing
Ala Partiya Komunîst a Çînê Zhang Zongxun
Ala Partiya Komunîst a Çînê Yang Dezhi
Ala Partiya Komunîst a Çînê Li Zhimin
Ala Partiya Komunîst a Çînê Xu Xiangqian
Ala Partiya Komunîst a Çînê Zeng Zhongsheng
Ala Partiya Komunîst a Çînê Yang Chengwu
Ala Partiya Komunîst a Çînê Xu Shiyou
Hêz
Ala Kuomintang: 4.300.000 (1945)
3.650.000 (1948)
1.490.000 (1949)
Ala Partiya Komunîst a Çînê: 1.200.000 (1945)
2.800.000 (1948)
4.000.000 (1949)
Windayî
~ 1,500,000 mirî (1948-1949) ~ 250.000 mirî (1948-1949)

Yekem Eniya Yekgirtî biguhêre

Piştî hilweşîna Xanedana Qing, piraniya bakurê Çînê ji hêla dîktatorên herêmî ve hate rêvebirin. Sun Yat-sen ku li hember van dîktatoran ji hêzên rojavayî alîkarî geriya, tiştê ku hêvî dikir nedît û berê xwe da Yekîtiya Sovyetê. Yekîtiya Sovyetê ev daxwaza Sun red nekir û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dest bi alîkariya Sun û PKÇ kir. Bi vî awayî têkoşîna desthilatdariyê di navbera komunîst û neteweperestan de li Çînê dest pê kir.

Li Şanghayê di sala 1923an de, di navbera Sun û nûnerê Sovyetê Adolph Joffe de belgeyek bi navê Manîfestoya Sun-Joffe hat îmzekirin û tê de soz hat dayîn ku Sovyet dê alîkariya Çînê bike ku wek netewe yek bibe. Di vê belgeyê de hat destnîşankirin ku divê di demek herî kin de di navbera PKÇ û PNÇ de yekitiyek pêk were û Çîn'ek yekgirtî û serbixwe were avakirin. Piştî vê yekê, karbidestên Sovyetê alîkariya her du partiyan kirin ku bibin yek û ji nû ve birêxistin bibin û bi vî awayî Yekem Eniya Yekgirtî ava kirin. Di vê navberê de, Chiang Kai-shek, yek ji hevalên Sun, ku ji bo perwerdeya siyasî û leşkerî çûbû Moskowê, vegeriya û Akademiya Leşkerî ya Whampoa ava kir. Chiang di sala 1924an de bû serokê akademiyê û piştî Sun bû serokê PNÇ. Chiang ji zêdebûna tevlêbûna Sovyetê di siyaseta Çînê de û rewşa "partiya di nav partiyê de" ne razî bû û dest bi paqijkirina komunîstan ji PNÇ ê kir û şerê navxweyî yê Çînê dest pê kir.

Sefera Bakur (1926–1928) biguhêre

Çend meh piştî mirina Sun, di sala 1925an de, wekî fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşger a Neteweyî, Chiang dest bi sefera bakur kir, li bakur dîktatorên herêmî têk bir û Çîn di bin PNÇ de kir yek.

Dema ku PNÇ di sala 1926’an de bû du komên rast û çep, bloka komunîst a partiyê jî mezin bû. Chiang di adara 1926an de ji hewildanek revandinê xilas bû. Chiang yekser şêwirmendên Sovyetê ji kar derxist û bu serokê PNK.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mitter, Rana (2008). Modern China : a very short introduction. Oxford: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-922802-7. OCLC 181368899.
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.