Şerê Granîkosê
Şerê Granîkosê navbera Îskenderê Mezin û Împeratoriya Hexamenişî ve di gulana 334a berî zayînê pêk hatiye. Îskender bi hêzên hemû helenan re derket parzemîna Asyayê. Armanca wê : Hember Darîûsa sêyem serbikeve û Împeratoriya Persiyan feth bike. Li berava çemê Granîkosê(çemê Bîgayê) di hemberê satrapên împeratoriyê serkeftinekî mezin di destxist. Piştî vê şerê Îskender û Persiyan du car din jî derketin hemberê hev. Ev bi dorê ve Şerê Îsosê û Şerê Gaugamelayê bûn.
Şerê Granîkosê | |
---|---|
40°13′41″Bk 27°14′32″Rh / 40.2281°Bk 27.2422°Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Beşdar |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Destpêka Şer
biguhêrePiştê mirina bavê xwe Phillip II yê Makedonî Îskender çav berda li ser Împeratoriya Farisan û ji bo tolhildanê. Lê hin pirsgirêkên wî li Yewnanistanê hebû. Hin sîteyan serî hilda bûn. Paşê aramkirina şert û mercên serhildanê di nav sîteyên Yewnanistanê de, wî Hellespont derbas kir û li peravên bakur ên Anatoliyayê (Tirkiyeya îroyîn) geriya û ji rêzeçiyayên çiyayên bilind ên bakur dûr ket cihê Troya kevnar. Faris hindik wî nas dikir û şah Darius ji bo naskirina wî pir eleqedar nebû. Ew ber çavên şah ne kesekî girîng bû. Ji ber vê yekê bawer dikir ku fermandarê wî yê pêbawer, Memnon, û parêzgerên herêmî (an satrap) dikarin li hemberê ciwanek nû serkeftî bin. Jixwe keyê nû hatî bêtir bi serhildan û nerazîbûnên gengaz ên di nav satrapên herêmî de têkildar bû.[1]
Dîroknas Plutarch derheqê gera wê ya Troyayê wisa got:
Wî Hellespont derbas kir, û li Troyayê qurbanî ji Minervayê re kir, û bîranîna lehengên ku li wir hatibûn veşartin, pê meyan rûmetyarkir , bi taybetî jî Axîlês, ku kevirê gora wî rûnkirî bû, û bi hevalên xwe re, li gorî adetên kevnar, tazî bazda. gora wî, û ew bi gulbendan tac kir, û diyar kir ku wî çiqas bextewar bi wî dihesiband, ji ber ku di dema ku ew dijiya hevalek wusa dilsoz û dema ku ew mir, helbestvanek wusa navdar ku kiryarên xwe eşkere dike.
Çaxê Îskender li Troyayê digeriya satrapên Farisan civîneke pêk anîn. Memnona leşkerê bi pereyî yê Yewnan di vê civînê pêşniyar kir ku zevî û gundan bişewitênin ku Îskender bila xwarineke nebîne. Lê ew pêşniyar nehat qebûlkirin. Ji ber wê biryar dan, ew bi şerekî re bersiva Îskenderê bidan. Li hemberê çemê Bîgayê mane benda Îskender.
Baweriya xwe çemê di anîna. Ava çemê xweş diherikiya. Astengên berava jî ji bona xwe avantajekî din didîtana. Di şerê de avantaja cografîk di destê Farisan de bû.
Îskender ji bo fethkirina Rojhelata dizaniya hewcedarê çavkaniyên ekonomîk bû. Ew çavkanî jî di rojavayê Anatoliyayê bû. Ji ber vê yekê Îskender mecbûr bû hêzên di nêzîkê çemê kom bibûn têk bibe. Hêzên Farisan wê nasnedikiran ji ber wê ji wê netirsiyan. Şer piştî nîvroyê dest pê kir.
Şer
biguhêreFarisan siwariyên xwe di pêş de payedaren ku leşkerê bi pereyî yê Yewnan pêk dihatin jî di paş de cih kiribûn. Di gorî dîroknasan ev stratejî pir xelet bû. Farisan erebeyên şer jî dikaranîna ev jî di erda bi herî de kêr hatî nebûn. Ji ber wan sedeman hêzên Farisan hêj şer destpê nekiribû têk çûbûn.
Her du hêz hemberê hev rawestiyan. Îskender rojavayê çemê bû , Farisan jî rojhelatê çemê. Fermandar Parmedion rastê , Îskender jî çepê hêzên Makedonî rêve dibir. Hêzên Farisan jî merkeza leşkerên Memnon rêve dibir. Her du hêz di nav çemê de destpê şer kirin. Erd şil bû û şer dijwar bû. Wextekî kurt de haja kesî ji Îskender nema.
Pê dengê trompetan Îskender û hêzên wê kete nava çemê û beşdarî şer bû. Diroknas Arrian wisa behsa wê demê kir:
Wî bi xwe jî bi dengê boriyan ve milê rastê bi rê ve bir, û zilaman hawara şer ber bi Enyallus ve bilind kirin. Ew ket nav rêkê, rêza xwe her gav bi awakî berbi ber bi wî alî ve dirêj kir ku kaniya xwe lê dizivire, ji bo ku Faris bi ser wî de nekevin dema ku ew bi zilamên xwe yên stûnî re ji avê derdiket, lê ew bi xwe dikare , bi qasî ku pêkan be, bi xêzek berfireh re rû bi rû bimîne.
Îskender derket disa ser axê şerê mil bimil destpêkir. Hin miriyen hêzê Yewnaniyan çêbû lê dîsa jî avantajekî dest xistin , Faris paşve kişiyan. Payedaren di nava hêzên Farisan de ne lepitîn. Îskender hêdî hedî ser diketa , zavayê Şahê Mithridatesê dît êrîşê wî kir. Rûyê wê birî. Satrapekî Farisan Rhoesaces vê yekê dît , şûrê xwe veweşande Îskender ê kumzirxa Îskenderê şikand û pirça ser kumzirxa wê jî birî. Fermandarekî Farisan Spithridates jî ji bo êrîşê şûrê xwe rakir lê Cleitusê reş destê wî birî , Îskenderê ji mirinê filitand. Hin mirinên fermandarên jî leşkerên Farisan belav bûn û revîn. Îskender bala xwe da leşkerê bi pereyî yê Yewnanan , dixwast ku ew jî beşdarî hêzên wî bin lê leşkerên bi pereyê qebûl nekirin. Îskender hinek ji wan kuşt yên din jî kir xulam û şande Teselyaya Yewnanistanê.
Di encama şer de Îskender û Lîga Helenan serkeftinek bidestxistin û rêya Şerê Îsosê jî vebû.[1]