Şeman
Gundekî Gimgima Mûşê
Şeman (bi romî kirine: Taşlıyayla) gundekî girêdayî Gimgima Mûşê ye.
Şeman | |
---|---|
Taşlıyayla | |
Koordînat: 39°17′20″Bk 41°19′0″Rh / 39.28889°Bk 41.31667°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Stûkuran |
Bilindahî | 2.040 m (6690 ft) |
Nifûs (2011) | 245[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Dîrok biguhêre
Li ser bingeh û wateya gund xebatekê nehatiye kirin. Bi texmînî wargehek nêçîrê yên mîrîtiyên kurd hebûye li vir. Bi biharan derdiketine nêçîrê. Gund ewçend xweş e, kê li wir biharek derbas bike dibêjin "çû Şema(nê), miradê xwe jê girt".
Erdnîgarî biguhêre
Nêzîkê Sofiyan e. 23 km ji Gimgim, 83 km ji Mûşê dûr dikeve. Bilindahyia axa gund ji rûyê avê 2.041 m ye. Koord. hêlîpan: 39.28927°, hêlîlar: 41.31546°.
Avhewa biguhêre
Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.
Aborî biguhêre
Aborî li ser ajalvanî, çandinî û alîkariyên koçberbûyan e.
Wargehên balkêş biguhêre
biguhêre
- Yusuf Sağlam şanoger û nivîskarekî tirk
Çavkanî biguhêre