Şebnem Ferah

Stranbêja Tirk

Şebnem Ferah, (12ê nîsana 1972an li Yalova, Tirkiyê) hûnermendekî cureya muzîka rockê ye.[1]

Şebnem Ferah
Şebnem Ferah (2012)
Jiyan
Jidayikbûn12ê nîsana 1972an (51 salî)
Yalova, Tirkiyê
NeteweTirk
Cureyê muzîkêRock
PîşeStranbêj, sitrannivîs, bestekar, gîtarîst
Salên çalak1987–niha
Etîketa qeydêRaks (1996-1999)
Universal Muzîk (1999-2005)
Pasaj Muzîk (2005-niha)
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Şebnem Ferah, yek ji sê keçên ku ji bajarê Skopyayê (Üsküp) koçî bajarê Yalovayê bûne.[2] Eleqeya Şebnem Ferah bi muzîkê re di temenê 5-6 saliya wê de dest pê kiriye û malbata wê roleke mezin di naskirina wê ya muzîkê de lîstiye. Ji ber ku di malbata Ferah de hema bêje her kes bi muzîkê re eleqedar bû û li her quncikekî malê amûrek muzîkê heye, wê wek zanayê muzîkê amade dike.[2]

Di dibistana seretayî de dest bi dersên mandolîn û solfejyoyê kir û di orkestraya dibistanê de wek solîst cih digire. Perwerde lîseyê li Lîseya Namık Sözeri ya Taybet a Bursayê wek xwendekara înternetê xwendiye û van dewranan alîkariya Şebnem Ferah kir ku xwe nas bike û bi tenê li ser piyan bisekine.

Di 15ê mijdara sala 1996an de bi alîkariya Sezen Aksu û Onno Tunç ji pargîdaniya Raks Musicê yekemîn albûma xwe ya solo "Jin" derxist.[3] Di vê albûmê de bi Îskender Paydaş, Tarkan Gözübüyük û Demir Demirkan re xebitiye. Wî klîba xwe ya yekem ji bo strana "Vazgeçtim Dünyadan" wênekir. Hem bi firotina band û CD û bi vîdeoklîpa xwe demeke dirêj di rêza yekem de cih girt û piştre jî ji bo stranên "Yağmurlar", "Bu Aşk Fazla Sana" û "Fırtina" klîp wêne kiriye. Yekemîn konsera xwe ya solo di 4ê nîsana 1997an de li Zanîngeha İzmirê ya Egeyê, ji girseyeke qelebalix a ji ku ji 6000 kesî pêk tê da.[2]

Dîskografî biguhêre

  • Kadın (1996)
  • Artık Kısa Cümleler Kuruyorum (1999)
  • Perdeler (2001)
  • Kelimeler Yetse (2003)
  • Can Kırıkları]] (2005)
  • 10 Mart 2007 İstanbul Konseri (2007)
  • Benim Adım Orman (2009)
  • Od (2013)
  • Parmak İzi]] (2018)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şebnem Ferah kimdir - Biyografi.net.tr" (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.
  2. ^ a b c "Şebnem Ferah kimdir - Biyografi.net.tr" (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.
  3. ^ "Yaşadığı Onca Acıya Rağmen Savaşından Hiç Vazgeçmeyen Rock Müziğin Kraliçesi: Şebnem Ferah". Onedio (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.