Şaxan Beg an Şahan Beg an jî Şahîn Beg (jdb. 1877 - m. 1920) şervanekî navdar ê herêma Dîlokê bû. Li mala xwe di nava nivînan de mirî tê dîtin. Di xewê de serê wî jêdikin. Heya îro kuştina wî nehatiye eşkerekirin. Gorî dewleta Tirk ew di şer de hatiye kuştin.[1]

Şaxan Beg
Navê rastî
Şahin Bey Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1877 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin28 adar 1920 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dîlok Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Leşker li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Gorî hin îdiayan bi xwe ji malbateke tirk[2] bûye û malbata wî ji aliyê dewleta Rom ve (Osmanî), di komkujiya yekemîn a Ermeniyan de hatiye kuştin. Tê zanîn ku di heman komkujiyê de gelek Asûrî jî hatine qirkirin.

Gorî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk jî ew xas Tirkek bûye û malbata wî tavayî bi nexweşiyên xwezayî mirine û ew di sêwîxaneyan de ji aliyê dewletê ve hatiye xwedîkirin. Dewlet wî dişîne ser serhildanên Ereban. Bi têkçûyîna Osmaniyan ve ew li dijî hêzên dagirker ên fransî tevlî berxwedanan dibe. Li herêmê gelek nav û deng vedide.

Tê texmînkirin ku dema Fransayî û dagirkerên din ji Anatoliya û herêmên din ên hêj di bin dagirkeriya Tirkan de ye vedikişin, Mustafa Kemal Atatürk fermana kuştina kesên wiha navdar dide. Birêvebiriya Komara Tirkiyê li dijî mihalefetê helwestekê gelek xwînî nîşan dide.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şahin Bey kimdir?". www.hurriyet.com.tr. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ Günenç, Fevzi. "Güzelbey konuşuyor". Gaziantep Haberler (Tirkî). Retrieved 20 July 2022.