Şablon:GH/2025/28
Zeugma (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat. Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat. Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ketiye destê Împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê Apamea derketiye holê ku ev jî yek ji bajarên kevnarên li herêmê ye. Zeugma li nêzika gundê Belqîzê li ber Çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sinorên navçeya Belqîz a bi ser Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bûye, her du herêm ji ber aboriya xûrt dibe bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa hatine xemilandin. Zeugma di çiriya pêşîn a sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kişfkirin lê piraniya bajarê antîk dikeve bin avê. (zêdetir...)