Nav
Nav

Keleha Hewlêrê, (bi soranî: قەڵای ھەولێر‎, lat. Qelay Hewlêr) keleh û niştecihekî dîrokî ye ku li ser girekî çêkirî hatiye avakirin. Keleha Hewlêrê yek jîngehên herî kevn ên cîhanê ye ku dîroka kelheyê vedigere 6000 salên berî niha. Keleha Hewlêrê di 2ê nîsana 2019an de ji aliyê NASAyê ve hatiye diyarkirin dibe ku Keleha Hewlêrê wargeha herî kevin a li cihanê be ku bi domdarî mirovan lê jiyan kirine û neterikandine. Delîlên herî kevn ên ji bo niştecihbûna girê kelehê ji hezarsala 5an a b.z. tê û dibe ku ji vê dîrokê jî kevintir be. Keleha Hewlêrê yekem car di çavkaniyên dîrokî de di tabloyên Eblayê de li dora 2300 berî zayînê de xuya dibe û di serdema neo-asûriyan de girîngiyeke taybetî bi dest xistiye. Piştî ku mongolan di sala 1258an de keleh dagir kir, kelehê giringiya xwe winda kiribû. Keleha Hewlêrê ji 21ê hezîrana sala 2014an vir ve di Lîsteya Kelepora Cîhanê de cih digire. (zêdetir...)