Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Sûra Amedê yan jî Keleha Amedê, qeleheke dîrokî ye ku di sala 297an a p.z. de li navçeya Sûr a Amedê ya îro ji aliyê romayiyan ve avabûna kelehê hatiye destpêkirin. Sûra Amedê bi dirêjahiya 5,5 kîlomêtreyê yek ji dîwarên herî kevnê cîhanê ya xweparastinê ye. Dîwarê Sura Amedê bi bilindahiya 10–12 mêtre bilind e û sturiya dîwarê jî 3–5 mêtre stûr e. Sûra Amedê di roja îro de ji bo dîtinê li Amedê yek ji cihên herî sereke ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û awayên ku li rûyê keviran hatin e niqartin re niha nivîsarên 12 şaristaniyan têne xwendin. Dîroka avakirin despêkê ya kelheyê nayê zanîn. Tê pêşbînîkirin ku di sala 349ê p.z. de dîwarên sûrê ji aliyê împeratorê romayî Konstantînê I ve yekem car hatiyê berfirehkirin û hinek beşên dîwaran hatine restorekirin. Çar deriyên sereke yên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hinek deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û bi awayê masîmertaleke dor li bajarê kevin dipêçe. (zêdetir...)