Şêx Huseyn

Dengbêj

Şêx Huseyn dengbêjekî ji herêma Farqîne ye.

Şêx Huseyn 1954’an de li bajarê Amedê, li navçeya Farqînê li gundê Dêrûnê ji diya xwe dibe. Malbata wî di sala 1917’an de ji navçeya Milazgirê hatiye gundê Kelê.

Macirên Melazgirtê ne û Kurd e. Dibistan nexwendiye. Bi erebî xwendiye. Di sala 1966’an de diçe Farqînê. Li Farqînê di salên 1975, 76’an de dizewice bi tevayî 4 caran zewiciye. Li Farqînê heya sala 2000’î 22 salan misk û lewantê difiroşe. Ji sala 2000’î vir ve kasetan difiroşe. Di zaroktiya xwe de stranan dibêje. Ji bavê xwe hînî stranan bûye. Ji malbateke dengbêjan e. Kalê wî Ûsivê Macir dengbêjê Mehmed Axayê Kelê bûye. Bavê wî Evdilqadirê dengbêj e. 13 kur û 4 keçên wî hene. Du kasetên wî yên korsan di nav gel de hene.

Çavkanî biguhêre

Hîlmî Akyon: Şêx Huseyn Girêdana arşîvê 2008-12-02 li ser Wayback Machine 21.10.08