Şêrdal

afirindeyekî mîtolojîk

Şêrdal an grîfon afirindeyekî mîtolojîk e.

Cenga şah Şahriyar li hemberê şêrê baskdar ,Deriyê qesra Taçara li Textê Cemşîd
Şêrdalê Hexamenişiyan li Textê Cemşîd

Aferîdeya Efsanewî şêrdal Bz. 8000î şûn de aferîdeyên tevlîhev (kompoze) di hunerên Mezopotamya, misir, sûrî derketine holê. Ev aferîde ji ber ku mirovên wê demê xwedayên xwe di sifetê mirovan de dîtine, derketine holê. Ji ajalên herî bihêz ên erd esmanan pêk hatine. Bi armanca xwedayîbûna van aferideyan bên diyar kirin, bi awayeke serxwezayî hatine nîşan dan. Şêrdal, di dîroka hunerê de, navê aferîdeyeke tevlîhev e. Di “Dîroka Heredot” û di “Promêtheûs”a Esxîlos de qala şêrdalê tê kirin û yewnanî jê re dibên “gryps”. Di berhema Esxîlos de tê gotin ku, li welatê Hyberboreyê de ev aferîde rastê êrîşa Arîmaspes hatiye. Esxîlos gotiye ku ev aferîde “kûçikên bi bask in, nikildirêj in lê naewtin. Şopdarê Apolon û xwedayên din e”. Li gorî Kteîas jî ev aferîde “Singsor û pûrtreş in. Li çiyayên Hindistanê xezîneya veşartî diparêzin”. Her wiha li Yewnanistanê “Tasika şeravê ya Dionîsos diparêze û bi Nemesîsê re hatiye yek kirin. Şêrdal aferîdeyeke xeyalî û tevlîhev e. Carina bi bask e, carina jî bêbask e, lê gewdeya wê ya gewdeya wê ya şêr e. Bi piranî di şiklê eyloyê de ye û guhên wê jî ya guhên hesp an jî yên keran e. Ev aferîde, her çiqas aferîdeyên biesl, bihêz, lezgîn û dilsoz bin jî taybetmendiyên wan ên xirab jî hene. Di heman demê de aferîdeyên gunehkar, dirinde, wehşî û xedar in. Ev aferîde wekî aferîdeyên tevlîhev ên din jiyana xwe berdewam dikirin, xwedîzarok bûn û her wiha mîna zindîyên din dimirin. Bi baskên xwe dikaribûn bifirin û bi lingan jî bimeşin. Cureyeke din ya şêrdalan jî heye. Ji vê cureyê grîfon-demon dihate gotin. Serê van aferîdeyên bibask serê çûkan bû, lê laşê wan yên mirovan bû.

Şêrdal cara yekem li ser axa Mezopotamya derketiye holê. Lê ne tenê li Mezopotamya, di hunera misir, mîken, gîrît, yewnan, îran, anatoliya û sûriyê de jî hatiye bikaranîn. Di encamên lêkolînan de tê zanîn ku motîfên çûkan bz. di salên 4000î de hatiye bi kar anîn. Di serdemên Ûrûk û Cemdet Nasrê de, li ser mohrekî gilover ya ku li bajarê Sûsayê hatiye dîtin motîfa grîfonê heye. Di vê motîfê de serê şêrdalê serê çûkê ye lê pirça stiyê wê pirça şêr e. Ev cure şêrdal paşê winda biye. Li dereke din nehatiye dîtin. Di serdema Ûran de mohreke din ya ku aferîdeyekî hatiye teswîr kirin. Ev aferîdeya bibask û bidûv ya ku ji devê wê agir derdikeve, heta dawiya serdema Akadan her tim bi xwedayê hewayê re hatiye teswîr kirin. Di vê derê tê xuyan ku grîfon erebeya şer dikişîne lê wekî aferîdeyeke şerûd nehatiye teswîr kirin. Di hunera navîn ya asûrê de şêrdal-demon gelek hatiye bi kar anîn. Beriya zayînê di navbera salên 883 û 859an de li beşên taybet yên seraya Asûrnasîrpalê de rolyefên şêrdal- demonê hene. Li bajarê nîmrûdê jî rolyefeke kevirîn heye. Di vê rolyefê de di destê grîfon-demonê de ji bo paqijiyê satil û gûzik heye. Di nivîsekê qala şerên qral tê kirin. Di serdema Asûriyan de şêrdal-demon bi parastina hêza jiyanê ya ku li dara pîroz e peywirdar e. Carina ev peywira xwe dewrê şah dike li pişt qral disekine (mohra qral Tûkîltî-nînûrta). Piştî ku Tîglatpleserê 3. Li sûriyê seray dide çêkirin di bandora hunera sûrî li ser hunera asûran çê dibe. Di wêneyên wê demê aferîdeyên parastvan dihate teswîr kirin. Her çiqas şêrdal hatine bikaranîn jî wekî hêmanên xemlê bûne û zêde grîngî nehatiye dayîn. Li ser mohra ku di serdema asûriyan de hatiye çêkirin pênc motîvên şêrdalê hene. Yek ji van grîfonan eyloyê duserî ye û yek jî şêrdal-demon e.

Şêrdal piştî wêneyên dîwarê, yên dema qral Tûkîltî-nînûrta di hunera asûriyan de hatiye pejirandin û bz. di sedsala 8an de bi berhemên nîmrûdê ên ku ji diranê fîl hatine çêkirin berdewam kiriye. Li ser mobîlyaya ku di serdema Asûra Nû de hatiye çêkirin grîfoneke ku serê wê ber bi jor ve ye hatiye çêkirin. Devê wê şêrdalê vekiriye û lingekî wê bilindkirî ye. Li dora şêrdalê jî xemlên riwekî hene. Hunera Mîtaniyan bandora xwe li ser Hunera Asûriyan kiriye. Hunera Mîtaniyan li gelek erdnîgariyeke fireh de, xwedîbandor biye. Ev huner ji bakûrê mezopotamyayê bigre heta rêzeçiyayên Torosan, ji Amedê bigre ta bajarê Humsê fireh e.

Di hunera Mîtanî û Sûriyan de, grîfon an jî şêrdalên-demonên ku li ser mohran hatine neqişandin bi gelenperî serqertel û ser bi kumik in. Nikilên wan vekirî û tûj in. Rûniştî hatine teswîr kirin û baskên wan hene. Berhemên ku ji diranfîlan li Megîddoyê hatine çêkirin şêrdal vezelandî hatine teswîr kirin. Serê wan ber bi jor ve ye û baskên dirêjtir hatine neqişandin. Li Sûriyê şêrdal weke hêmaneke xemlê hatine bi kar anîn û tenê li Sûriyê li serê wan kumik heye.

Li Misirê şêrdal cara yekem di serdema Xanedaniyên pêşîn de li ser kevirekî hatiye neqişandin û di dema Xanedaniya 5an de jî peywireke pîroz bi cîh tîne. Di îkonografiya misirê de wekî parastvanê qral tê nasîn û li hemberî dijminê qral şer dike. Di şerê ku li Benî Hassanê qewimiye alikariya qiralê misirê kiriye. Ji ber vê yekê ye, ji bo grîfonê, di wateya şkestok de navê “tsts” hatiye bi kar anîn. Li ser stelekî bi sêr de, grîfonê bi navê “hh” êrîşê erabeya Xwedayê Şad kiriye. Di berhemekî ku di serdema qiraliya kevn hatiye çêkirin de şêrdal laş-şêr, bidûv û bibask hatiye teswîr kirin. Dîsa li Benî Hassanê di wêneyekî gorî de dûvê şêrdalê bi lotûsê ve zeliqî hatiye nîşan dan. Her çiqas li misirê di cihana baweriyên misiriyan de şêrdal tune be jî, bi peywir û taybetmendiyên xwe, weke semboleke fermî dihate pejirandin. Ji ber ku xwedayê şer ê bajarê Tebê re biye yek, di hunera misiriyan de serê wê serê baz e hatiye nîşan dan. Li ser gerdeniya zêr ya Sesostrîsê 3. de şêrdal hatiye teswîr kirin. Di ve teswîrê de şêrdal du mirovên çokdayî dipelixîne. Her wiha li Tel Beît Mîrsîmê, di dema Hîksosê de li ser niviştekî de bi awayeke dekoratîf hatiye neqişandin. Li ser vê niviştê navê şêrdalê bi nivîsa hiyeroglîfê hatiye nivîsandin.

Beriya zayînê di salên 1600î de peywira şêrdalê parastvaniya goran e. Şampiyonê Fîrewn û parastvanê qral e. Li ser bivirekî şer ya ku Bz. di sala 1550 de hatiye çêkirin grîfon bikumik hatiye nîşan dan. Şêrdala ku bi vê taybetmendiya xwe dişibe şêrdalên sûriyê. Di vê berhemê de baskên şêrdalê ber bi paş ve bi awayeke dekoratîf vekiriye.

Şêrdal li Anatoliyayê cara yekem di serdema koloniyên Asûriyan de derketiye holê (Bz. 1900-1800). Ev aferîde ji Mezopotamyayê derbasê Anatoliyayê biye. Li ser mohrên ku di vê serdemê hatine çêkirin, motîfên grîfonê hene. Di van mohrên ku di stîla Sûriyê de hatine teswîr kirin de grîfon ji çûk û şêr pêk tê. Porê şêrdalê wekî şêrdalên dema mîkenê ber bi paş ve şehkirî ye. Di hin motîfên şêrdalê de li serê şêrdalê kumika sêtîş heye. Di mohrên Hîtîtiyan de carina du şêrdal li hemberê hev sekinandî ne û bi gelemperî jî heraldîkin. Li Kargamişa ku yek ji bajarên girîng ê bajarê serdema Qiraliyên Hîtîtiyan e (Bz. 1180-700), grîngiya şêrdal an jî şêrdal-demonên ku Bz. di sedsala 8an de hatine çêkirin, di asta duwemînde ne. Li ser orthostata ku di vê serdemê de hatiye çêkirin du grîfon-demonên hevbîn(sîmetrîk) hene. Di vê berhemê de grîfon-demon baskên xwe vekirine, lê serê baskên wan ber bi jêr de ne.

Her wiha li ser orthostateke din ya li bajarê Zîncîrliyê teswîreke din şêrdal-demonê heye. Di vê teswîra şêrdal-demonê gewde û stû ji yên cihên din dirêjtir e. Ev yek taybetiya bajarê Zîncîrliyê ye. Baskên wê yên yekpare ber bi jor ve vekirî ne û ji hev re paralel in. Li ser orthostata ku Bz. di sedsala 8an de, li seraya bajarê Sakçagozu şêrdal-demon hatiye neqişandin. Di vê berhemê de, çeneya şêrdalê ne wekî nikilê ye. Ev şêrdal dişibe çûkmirovên Hîtîtî û Asûriyan. Di vê berhemê de, di destekî şêrdal-demonê satil di destê din de jî gûzik heye. Devê wê vekirî ye û diranê wê ya tûj û zimanê wê ya ku dişibe zimanê mar derketiye der ve. Guh û porên wê dişibin ên hespan. Serê vê şêrdal-demonê yê eylo ye. Lê gewdeya wê him dişibe ya şêr him jî dişibe ya hespê. Mirov tê der naxe. Li bajarê Zîncîrliyê berhemeke din heye. Di vê orthostatê de grîfon û sfenks bi hev re hatine neqişandin. Her dû jî bi baskên û her wekî bimeşin hatine teswîr kirin. Serê dûvê her duya jî dişibê serê werdekê. Ji ber van taybetmendiyên xwe berhemeke cuda ye.

Li Keleha Axînê(Toprak Kale) li ser orthostateke ku di sedsala 8. ya serdema Hîtîtan ya Dereng de hatiye çêkirin de motîfa şêrdal-demonê heye. Di vê berhemê de şêrdal bicilûberg, bibask û devvekirî hatiye teswîr kirin. Desteke wê ber bi jor ve bilindkirî ye. Di desteke wê de bloka kevir, di destê din de jî satilekî heye. Dîsa li bajarê Zîncîrliyê şêrdaleke cuda heye. Li ser deriyê derve ya bajêr li ser rolyefekî şêrdal hatiye neqişandin. Ji ber ku di vê rolyefê de erebeya şer dişibe erebeyên Kargamîşê bi îhtîmaleke mezin ev berhem ya serdema Hîtîtan ya paşîn e. Di hunera Asûriyan de her çiqas erebeyên şer ên bi zincîr hebin jî protomên şêrdal tune ne. (3)

Teswîrên şêrdalan di hunera Persiyan de cihekî grîng digirin. Li seraya Daryûs ya li bajarê Sûsayê, fîgurên mezin ên ku ji tuxleyê hatiye çêkirin hene. Ev berhem di bin bandora hunera Babîla Nû de ne. Ji bilî leşkeran figurên ajal û şêrdalan hatine rêz kirin di van berheman de. Şêrdala biqiloç, di van rolyefên rengîn de her wekî bimeşe hatiye teswîr kirin. Devvekirî ye û bi bask e. Dûvê şêrdalê ber bi hundir ve badayî ye. Di mînakekî din de du şêrdalên ku li hemberî hev in tê dîtin. Di navbera wan de kulîlk heye û lingekî her dû şêrdalan li ser vê kulîlkê ye. Şêrdal di hunera Persan de bi gelek awayan hatiye bikaranîn. Rîtona ku di gencîneya Oksûsê hatiye dîtin dişibe rolyefa ku li seraya Darîûs bi tuxleyan hatiye çêkirin. Her wiha li ser tasa araqê de motîfa şêrdalê heye. Tenê pêşiya laşê şêrdalê xwiya dike di vê berhemê de. Lingên pêşîn ên şêrdalê ber bi pêşiyê ve razandî ye. Di vê berhemê de jî wekî berhemên din ên persan şêrdal biqiloç hatiye teswîr kirin. Devê şêrdalê dîsa vekirî ye û ev yek grîfonê bêtir tirsnak dike.

Di karên zêrîngeriya persan de gelek mînakên şêrdalê hene. Berhemeke din ya gencîneya Oksûsê jî bazinekî ye. Her dû seriyên bazinê de du teswîrên şêrdalê hene. Lingên pêşîn ên van şêrdalan ber bi pêş ve dirêjkirî ne lê nagihîjin hev. Di nav van her dû şêrdalan sîmetrî heye û mîna rîtonê dişibin şêrdalên seraya Sûsayê. Baskên wan ber bi stuyên wan de badayî ne. Ev şêrdal bi awayeke stîlîze bi bazinê ve zeliqandî ye. Di van mucevheran de şêrdal bi awayeke dekoratîf hatiye bi kar anîn. Li ser mohra persiyan de jî teswîrên bazê û Grîfona biqiloç hene. Lingên pêşîn li hewayê ne û ber bi pêş ve ne. Lê lingên paşîn li erdê ne. Berê baskên wan ber bi hundir ve ne. Li ser mohra ku li Sardesê hatiyê dîtin de jî şêrdal biqiloç, stûbipirç, nikila wê vekirî û tirsnak hatiye teswîr kirin.

Şêrdal di hunera Gîrîtiyan de cara yekem beriya mîladê di salên 1700î de hatiye dîtin. Li ser mohr û freskên mînyatur de hatiye neqişandin di wê serdemê de. Di van mohran de ajal û nebat bi awayeke tevlîhev hatine teswîr kirin. Li Gîrîtê bandora hunera sûrî li ser şêrdalê heye. Lê bi misir û mezopotamyayê di heman demê de derketiye holê. Li ser mohrên Zakroyê şêrdal, sfenksa mê û şêrdal-demon bi hev re hatine neqişandin. Li Knossosê, grîfon li ser mohrên sûrî bi gelek aferîdeyên din re hatiye teswîr kirin. Di van berheman de grîfon devvekirî û bi bask e. Her wekî xwe ber bi jêr ve dirêj kiribe, hatiye neqişandin. Grîfonên ku li salona text ya seraya Knossosê li ser dîwar hatiye neqişandin wekî parastvan dihate dîtin. Bandora hunera misirê tê dîtin. Li hemberî hev in û runiştî ne. Baskên wan tune ne lê stuyên wan bipirç hatiye teswîr kirin.

Her wiha li Knossosê li ser gustîlka Nestor de teswîra şêrdalê heye. Li gor Arthur Evans wekî fîgureke cîhana binerdan dihate pejirandin di wê serdemê de. Ev gustîlk, qala jiyana piştî mirinê dike. Şêrdal li ser textekî rûniştî ye û wekî ruhstîn(ezraîl) hatiye teswîr kirin. Li pêşiya wê du heb grîfon-demon heye. Şêrdal jî wekî sfenks, şêr û parastvanê xwedayan, cih, gencîne an jî tiştan di parastin. Grîfona Gîrîtê jî tevî van peywiran di heman demê de mirî û xwezayan diparêzin her wiha xizmetkarên xwedayan in. Li ser mohra ku li şkefta Dîktayê hatiye dîtin de, grîfon wekî parastvanê xwedawendê hatiye teswîr kirin. Li ser lahîdeke axîn ya ku li Palaîkastroyê hatiye dîtin miriyan diparêze. Li Gîrîtê şêrdal ji profîlê dihate teswîr kirin. Serê şêrdalê bi gelemperî serê eyloyê ye, nikila wê girtî, bi bask û laşê wê jî laşê şêran e.

Şêrdala Mîkenê wekî şêrdala Girîtê ye. Di navbera wan de tu cudahî tune ye. Li mîkenê jî wekî mohrên Zakroyê şêrdaleke êrîşkar hatiye teswîr kirin. Di beriya mîladê di sedsala 14an de li ser qutîya mucevheran ya ku ji diranfîlê hatiye çêkirin de, êrîşkariya şêrdalê ya bi ser xezalê de, hatiye teswîr kirin. Beriya mîladê di sedsala 15an de jî li pylosê li ser mohreke zêrîn de şêrdal vezelandî hatiye neqişandin. Berê dûvê wê ber bi hundir ve ye û baskên wê ber bi jor ve berzkirî ye. Serê wê jî ber bi baksan ve zivirandî ye. Ev berhem dekoratîf û xwedî hostehiyek e mezin e. Li mîkenê mînakên şêrdalê ya li ser wazoyan jî hene. Li ser wazoya ku li Euboeayê hatiye dîtin şêrdal hatiye bi kar anîn. Li ser wazoya alabastron de li ser foneke reş bi xêzên spî du heb şêrdal hatine neqişandin. Ev her dû şêrdal têjika xwe têr dikin. Fîgurên wazoyê stîlîze ne û bi xêzên tîkane hatine teswîr kirin. Baskên wan tune ne lê li ser serê wan zêdehî xwiya dike.

Nîşe:

  • Wekî armayê
    • Blok-kevirên bixeml ên ku bi taybetî li mezopotamyayê hatine bi kar anîn
      • Beşa jor ya laşê mirov an jî ajalan
        • Xêzkirina şêweya xwezayî ya fîguran bi awayeke sade û şematîzekirî

Çavkanî

biguhêre

1- Darga, Muhippe, Hunera Hîtîtan, Weşanên Anadolû Sanat, 1992, r209

2-Darga, Muhippe, r:303

3-Akurgal,E., The Art of Greece, its origins in the Mediterianean and Nera East, Crown Publishers,New York, r:101

4-Nisson,M.D., The Minoan and Mycenaen religion and its survival in Grek Religion, Lund,1950, r:369

5-Higgins,R.A., Grek and Roman Jewellery, Menthuen and Co.Ltd., London, 1961, r:122

6-Erhat,Azra, Ferhenga Mîtolojiyê, Weşanxaneya Remzî, 1984, r: 128

7-Grimal,P., The Concise Dictionary of Classional Mythology, Basil Blackwell,1990, r:166

8-Black,J., Gods,Demons and Symbols of Ancient Mesopotamia,British Museum Publications,London,1992,r:101

9-Frankfurt,H., The Art and Architecture of Ancient Orient, Penguen Books, 1958,

10-Jairazhby,R.A., Oriental Influences in Western Art, Publishing House,Bombay, 1965, r:254

11-Frankfurt,H., “Notes on the Createn Griffins” Annual of British School in Athens, 1936, r:297

Werger: Qedrî Nêçîrvan

Nivîskar: Nalan YILMAZ

Girêdanên derve

biguhêre

http://www.lebriz.com/pages/lsd.aspx?articleID=361&sectionID=12&lang=TR