Şêr (komstêr)
Şêr (Termê Vajî [1]) komstêreke di çembera bircan de ye ku li rojavayê wê komstêra Kêvjalê û li rohilatê wê komstêra Simbileyê hene. Nîşana wê . Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs qalkirî û yek ji 88 komstêrên îroyîn e.
Di komstêrê de çend stêrên geş hene; Qelb el Esed (α Leonis, dilê şêr); Zenûb el Esed(β Leonis, boça şêr); û El Cebhe (Henî).
Şêr yek ji komstêrên herî zû ve tên zanîn e. Ew li mezopotamyayê ji 4000 b.z. virve tê zanîn. Stêrnasên Babîlî ew wek UR.GU.LA - 'şêrê mezin'; bi nav dikirin.
Roj ji 10'ê gelawêjê de heta 10'ê rezberê di komstêr Şêrê de dimîne Di astrolojiyê de jî ji 23'ê tîrmehê de heta 23'ê gelawêjê wek birca Şêr tê hesibandin.
Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên Roniyê) |
---|---|---|
Qelb el Esed(α Şêr) | 1,36 | 78 |
El Cebhe(γ Şêr) | 2,01 | 126 |
Zenûb el Esed(β Şêr) | 2,14 | 36 |
Zûhr el Esed(δ Mêzîn) | 2.56 | 58 |
Ras el Esed(ε Şêr) | 2,97 | 251 |
Xeratan(θ Mêzîn) | 3,33 | 170 |
Ezzafîre(ζ Şêr) | 3.43 | 260 |
Subra(ο Şêr) | 3,52 | 116 |
Ras el Esed el Şîmalî(μ Şêr) | 3,88 | 133 |
Et Terf(λ Şêr) | 4.32 | 250 |
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |