İlter Rezan (jdb. 1960 li Bakûrê Kurdistan) wênesazekî kurd e.

İlter Rezan di sala 1960an de li Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di navbera salên 1978 û 1980an de li Zanîngeha Pedagogiyê ya Enqerê xwendiye. Piştî kû bavî wî hat kuştin, wek penaberekî siyasî li Almanya bicîh buyê. Heta sala 1994an li Bajarê Freiburgê li Zanîngeha Huner û Wênesaziyê xwendiye. Ji sala 1997an çar sala Serokatiya Yekitiya Wênesazên Kurdistanê kiriye. Di navbera salên salên 1998 û 2004an endamtiya Hevgirtina Hunermendên Offenburg‘ê kiriye û ji sala 2000an heta 2007an li Dibistana Hunerî li Offenburgê dersên şêwekariyê daye.

Rêzan ji sala 1991an virve li welatên wek Almanya, Belgiya, Lûksembûrg, Swîsrê, Awûstûrya, Fransa û Polonyayê gelek pêşangeh û projeyên şexsî û hevpar vekirine.

Ji ber serpêhatiyên wî, di nav xebatên wî de nirxên mirovatiyê cihekî bingehîn digrin. İlter Rêzan bi awa û teknîkên cûde di nav berhemên xwe de cîh didê wan nirxan. Balkêşe ku di piraniya berhemên wî de wêne û laşê mirov rola sereke dilîzin.