Umîd Yazicioglu (bi tirkî: Ümit Yazıcıoğlu) (jdb. 19ê tebaxa 1958an Erzirom) mamosteyekî zanîngehê ye.

Ümit Yazıcıoğlu
Jidayikbûn19 tebax 1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye, Almanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Political scientist li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Prof. Dr. Dr. Ümit Yazıcıoğlu di sala 19ê tebaxa 1958an de li Erziromê hate dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Tekmanê qedand. Zanîngeha Dadweriyê li Zanîngeha Berlîn Freî û Humbold qedand. Piştî staja dadweriyê li bajarê Speyer Zanîngeha Zanyariya Rêveberiyê (Deutsche Hochschule fûr Verwaltungswissenschaften Speyer) beşdarî bernameya Master bû. Teza mastirê bi navê “li gorî qanuna bingehîn, zagonên hilbijartinê û rêznameyan, nirxandina rêbaza avakarî û xebatkariya Fraksiyonan di parlamenê de” (Die Bildung von Fraktionen îm Parlament- Verfassungs-, Wahl und geschaeftsordnunsrechtliche Vorgaben) nivîsand û pêşkêş kir. Ümit Yazıcıoğlu, sala 1996 Zanîngeha Zanyariya Rêveberiyê li Speyerê (Deutsche Hochschule für Verwaltungswissenschaften Speyer) di beşa Zagona Bingehîn de wek lêkolîner dest kar kir. Di sala 1997an de li eynî Zanîngehê ji bo senatoyê hate hilbijartin û 1999an de li ser “hiqûqa pênaberiyê u hinceta koçberiya Kurdên Tirkiyeyê” (Asylgrundrecht und die Türkîsch-Kurdische Zuwanderung) teza doktorayê ya yekemîn amade kir û bi navunîşana doktoryê (Dr. rer. pupl.) hilda.

Ümit Yazıcıoğlu , sala 1996 Zanîngeha Zanyariya Rêveberiyê li Speyerê (Deutsche Hochschule fûr Verwaltungswîssenschaften Speyer) di beşa Zagona Bingehîn de wek lêkolîner dest kar kir. Di sala 1997an de li eynî Zanîngehê ji bo senatoyê hate hilbijartin û 1999an de li ser “hiqûqa pênaberiyê u hinceta koçberiya Kurdên Tirkiyeyê” (Asylgrundrecht und dî Türkisch-Kurdische Zuwanderung) teza doktorayê ya yekemîn amade kir û bi navunîşana doktoryê (Dr. rer. pupl.) hilda.

Dr. Mag. Ümit Yazıcıoğlu, di sala 2003an de jî li ser mijara “Dînamîkên Yekîtiya Ewropayê û bandora wê ye siyasetmedarî, mafdarî û çarçoveya mercên wê” li Zanîngeha Freî di beşa zanîstiya siyasetmedarî de wek teza doktorayê pêşkêş kir û navunîşana doktoraya (Dr.rer.pol) duyem wergirt.

Ümit Yazicioglu dîsa sala 24.11.2004an de li ser mijara “Hêvîdarî u armancên tengasiyên entegrasyona Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê” (Erwartungen und Probleme hinsichtlich der Integratîonsfrage der Türkei in die Europäische Union) teza xwe amade kir û bi navunîşana doçentiyê girt. Di heman katê de li beşa siyasî û rêveberiyê wek mamosteyê zanîngeha Freî dest kar kir u piştre bi navunîşana profesorî ders da.

Xebatên lêkolînerî û polîtîk biguhêre

Ümit Yazıcıoğlu di sala 2002an li bi navê “Lêkolînên Ewropayê li ser entegrasiyona Tirkiyeyê” (Europäische Studien zur Integration der Türkeî) kovareke 6 mehane ku “têkiliyên navneteweyî û lêkolînên stratejîk” derxistiye û edîtoriya wê kiriye. Ji sala 2004an vir ve bi navê “Li Ewropayê Demokrasî û Hiqûq” kovareke 6 mehane u têkiliyên navneteweyî u lêkolînên hiquqî ji xwe re kiriye mijar derxistiye û edîtoriya wê jî kiriye. Niha jî endamê lijneya kovara ku bi navê “Rojnivîsa Ewropa” derdikeve ye.

Her çiqasî xwe li Ewropayê dijî jî li pirsgirekên welêt re eleqedar bû ye, pêşveçuyîn û bûyer şopandine û wek helwesteke bi sinc û ehlaqî ji bo rojname û malpera Yuksovayê ku herêma ku navenda pirsgirekan de cîh digre re, bi pêşkêşiya nivîsan destekariyên xwe nîşan dide.

Ümit Yazıcıoğlu sala 1997an vir ve li ser mijarên terorîzm û arîşeyên etnîkî lêkolînan pêktîne û sala 1990î vir ve jî li ser realîteya Kurdan lêkolînen hiqûqî u sosyo-polîtîk meşandine û hê jî van xebatan berdewam dike.

Ümit Yazıcıoğlu di navbera salên 2000-2006an de li Zanîngeha Freî Berlînê li ser mijarên têkiliyên navneteweyî, li Tirkiyeyê pirsgirekên etnîkî û realîteya Kurdan, Têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, Îslama siyasî û terorîzm lêkolîn kiriye, ders daye û şêwirmendî kiriye. Di encama xebatên terorîzm, pirsgirekên etnîkî, Yekîtiya Ewropayê, Ewrasya û Rojhilata Navîn de Prîv.-Doz.Dr. Dr. Mag. Ümit Yazıcıoğlu bi zimanê Almanî 11 pirtuk û di rojname û kovarên cuda de jî zêdetirîn 200 makale pêşkêş kirine.

Ümit Yazıcıoğlu , bi armanca lêkolîn û zanînên xwe berfireh bike, tevî pispor û akademîsyenên di hêla xwe de pêşketî re Enstîtuyeke lêkolînên stratejîk bi navê DÎBARF (Deutsches Institut zur Beobachtung von Antisemitismus – Rassismus – Fremdfeindlichkeit) ava kiriye û serokatiya wê dimeşîne.

Prof. Dr. Dr. Mag. Ümit Yazıcıoğlu bi almanî, fransî, kurdî, înglîzî û tirkî dizane. Hemwelatiyê Tirkiyeyê ye û bavê sê zarok e.

Girêdanên derve biguhêre