Özgecan Aslan
Özgecan Aslan, (22 cotmeha 1995 – 11 sibata 2015an) keçeke xwendavan a kurd bû bi hewldanên destdirêjiyê ji aliyê kesekî endamê tevgera komelaya nîjadperestên tirk ve (endamê Ülkü ocakları) li navçeya Tersûs a Mêrsînê bi awayekî hovane hatiye kuştin.[1][2] Özgecan Aslan bi eslê ji bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê bû ku malbata wê koçê bajarê Mêrsînê bibû.
Özgecan Aslan | |
---|---|
Jidayikbûn | 22ê çiriya pêşîn a 1995an (19e salî) Mêrsîn |
Mirin | 11ê sibata 2015an |
Sedema mirinê | Kuştin |
Esil | Kurd |
Perwerde | Zanîngeha Çağê |
biguhêre |
Kesê kujer piştî ku Özgecan Aslan dikuje bi agir berdaye bedena Ozgecan Aslan û piştê rojekê kesê kujer li xwe mikur hatiye û piştre ji aliyê timên tenduristiyê ve cinazeyê wê ku li cihê hatiye şewitandin hatiye hilanîn.
Jînenîgarî
biguhêreOzgecan Aslan di 22ê Cotmeha 1995an de li bajarê Mêrsînê wek keça malbateke ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê bû hatiye dinyayê. Li Tersûsa Mêrsînê li Zanîngeha Çağê ya navçeya Tersusê beşa psîkolojiyê de dixwend.[3]
Kuştina wê
biguhêreDi 11ê Sibata 2015an de dema ku beriya kuştina wê, Ozgecan Aslan piştî ji dibistanê derket bi hevala xwe re li navenda bazirganiyê ya li Tarsûsê bû. Li navenda bazirganiyê ji hevalê xwe qetiya û ji bo biçî Mêrsînê li mînîbusa navbajêr siwar bû.
Piştî siwar bûna mînîbusa navbajarî agahî ji Ozgecan Aslan nehate hilanîn, di 11ê Sibata 2015an de ji aliyê malbatê ve bi hinceta winda ye serî li navenda polîsan hate dayîn.[4]
Bi serlêdana malbatê re tima cendirmeyên ku li Ozgecan Aslan digeriyan, rastî mînîbusek bi guman hatin, piştî kontrol kirina hundirê mînîbusê de şopên xwînê hatin dîtin.[5]
Piştî kontrolkirina mînîbusê bi şopên xwînê re kumê jinan hate dîtin û kumik ji aliyê bavê Ozgecan Aslan ve hate tesbîtkirin ku kumik ya Ozgecan e. Piştî van tespîtan Herdu gumanbarên bavê kujer Suphi Altindöken û hevalê wî li xwe mukir hatin ku Ozgecan Aslan kurê wî kuştiye.[5]
Bertekên li dijî kuştina wê
biguhêreÊvara 14ê Sibata 2015an li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo protestokirina kuştina Ozgecan Aslan xwepêşandan girseyî hatin lidarxistin.[6] Piştî belavbûna nûçeyên kuştina wê gelek saziyên cûda yên cîhanê bi awayekî dirêj niqaş û nûçeyên di derbarê vî kuştinê hate weşandin.[7]
Kuştina kujerê wê
biguhêreKujer Ahmet Suphi Altindöken di 11ê Nîsana 2016an de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulera Edeneyê di encama êrîşa çekdarî de ji aliyê kesê girtî Gultekîn Alan ve hate kuştin. Kujer bi êrîşa çekdarî ji ber guleya ku li dilê wî ketibû kujer jiyana ji dest da.[8]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Özgecan'ın katili ülkücü". soL (bi tirkî). 14 sibat 2015. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
- ^ Facebook; Twitter; options, Show more sharing; Facebook; Twitter; LinkedIn; Email; URLCopied!, Copy Link; Print (14 sibat 2015). "Brutal slaying leads to protests over violence against women in Turkey". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
{{cite web}}
:|paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ "Özgecan Aslan kimdir?". aksam.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
- ^ "Üniversiteli kız yakılarak öldürüldü!". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
- ^ a b "Özgecan Aslan kimdir, ne zaman ve nasıl öldü? Özgecan Aslan olayı nedir?". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
- ^ "Foto Galeri Hürriyet Güncel Haber Fotoğrafları ve Foto Galeri Haberleri". web.archive.org. 22 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 nîsan 2016. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Dış basın Özgecan'ı böyle gördü..." www.haberturk.com. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
- ^ "Özgecan'ın katilini öldürmüştü: Gültekin Alan'a ağır müebbet ve 29 yıl". Diken (bi îngilîziya brîtanî). 17 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.