Özgür Özel

siyasetmedareke tirk

Özgür Özel (jdb. 21ê îlona 1974an li Manisayê), siyasetmedar, dermansazê tirk û parlamenterê bajarê Manîsayê yên serdemên 24, 25, 26 û 27an û serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel e. Ji 24ê hezîrana sala 2015an heya ku di 4ê çiriya pêşîn a sala 2023an dibe serokê giştî ya Partiya Komarî ya Gel, wek cîgirê serokê koma Partiya Gel a Komarî kariyera xwe ya siyasî dimeşîne.[1] Özgür Özel di gera duyem a 38em Kongreya Asayî ya Partiya Komarî Gel de Kemal Kılıçdaroğlu li pey xwe dihêle û dibe 8em serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP).

Özgür Özel
Image dans Infobox.
Özgür Özel (2021)
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Manisa (en)
dp.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Egeyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî
Malper
şanenava Özgür Özel
Şanenav

Jînenîgarî biguhêre

Perwerde biguhêre

Özgur Özel di 21ê îlona sala 1974an de li Manîsayê wekê zarokê dêûbavê Talat û Şükran de hatiye dinyayê û xwendina xwe ya seretayî li dibistana seretayî ya Manîsa Merkez Gaziyê xwendiye. Dibistana navîn û amadeyî li Lîseya Anadoluyê ya Bornova ya Îzmîrê destpêkir û di sala xwendina lîseyê ya dawîn da çû Lîseya Manîsayê û li wir xwendina xwe yê lîseyê qedand. Piştî ku Lîseya Anadoluyê ya Bornova Beşa Almanî û Lîseya Manîsayê qedand, di sala 1997an de Fakûlteya Dermanxaneyê ya Zanîngeha Egeyê qedand.[2]

Karê dermanxaneyê biguhêre

Piştî qedandina zanîngehê, Özel heta ku di hilbijartina sala 2011an de wekî parlamenter hataşiye hilbijartin, pîşeya xwe ya dermanfiroşiyê berdewam kir. Piştî sala 2007an li Komeleya Dermanfiroşên Tirkiyeyê (TEB) wek endamê lijneyê, xezînedar û du dewran jî wekî sekreterê giştî xebitî. Her wiha di dema karê xwe yê dermanxaneyê de, di 163 kongre û konferansan de karê pêşkêşkirina nivîskî, devkî, pêşkêşî û gelek panelan pêk aniye. Di heman demê de ew endamê Federasyona Dermansaziya Navneteweyî, Koma Dermanxaneyê ya Yekîtiya Ewropî û Foruma Dermanxaneya Ewropî ye.[3]

Jiyana kesane biguhêre

Özgür Özel zewicî ye û zarokek wî heye û bi zimanê almanî û bi zimanê îngîlîzî diaxive.

Kariyera siyasî biguhêre

Salên destpêkê biguhêre

Özgür Özel di hilbijartinên herêmî yên sala 2009an de ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) dibe namzetê Şaredariya Manîsayê, lê neyê hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2011an de cara yekem bû parlamenterê CHPê ya Manîsayê. Di hilbijartinên herêmî ya saka 2014an de ji heman partiyê bû namzetê şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê, lê carek din dîsa nehat hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê ya hezîrana sala 2015e û mijdara sala 2015an de wek parlementerê CHPê yê Manîsayê hatiye hilbijartin. Özgür Özel di dema parlamenteriyê de wekî endamê Komîsyona Tenduristiyê ya Meclisa Tirkiyeyê û Komîsyona Lêkolîna Girtîgehan a CHPê xebitiye. Di 24ê hezîrana sala 2015an de wekî cîgirê serokê koma CHPê hatiye hilbijartin.[4]

Özgür Özel Xelata Siyasetmedarê Salê ya Uğur Mumcu ya sala 2015an ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Hemdem û Xelata Komeleya Ramana Ataturk wergirtiye.[5]

Hilweşîna madena Somayê biguhêre

Özgür Özel bi parlementerên din ên CHPê yên Manîsayê re pêşniyara avakirina komîsyoneke meclisê ji bo lêkolînkirina hilweşîna madena Somayê. Di axaftina xwe ya 29ê nîsana sala 2014an de li ser ketina vê pêşnûmeyê di rojevê de behsa nebûna kontrol û ewlekariya madenê kir. Axaftina wî ya piştî Hilweşîna madenê ya Somayê ya di 13ê gulana sala 2014an de demeke dirêj di rojeva welat de hatiye nîqaşkirin.[6]

Serokatiya giştî ya Partiya Komarî ya Gel biguhêre

Özgür Özel ji bo 38em Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel diyar kiriye ku ew ê di 38em Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel ku di sala 2023an de bê lidarxistin bibe namzetê serokatiya giştî yê Partiya Komarî ya Gel.[7] Serokê Giştî yê CHPê ya berê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe ya derbarê paşeroja CHPê de dibêje ku ew ê partiyê radestî "sosyaldemokratekî baş û zana" bikin. Li ser vê axavtinê hinek endamên partiyê bertek nîşanî vê gotinê dan û Kiliçdaroğlu rexne kirin ku nikare partiyê bi awayekî demokratîk birêve bibe.[8] Bi taybetî Özgür Özel anî ziman ku Kiliçdaroğlu ev pênaseya xwe li hemberî wî û hevrikên din ên di nav CHPê de ne kiriye. Özel bal dikişîne ser girîngiya demokrasiya navxweyî ya partiyê û diyar dike ku divê serokê partiyê bi rêyên demokratîk were hilbijartin.

Di 38em Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel ku di 4ê çiriya pêşîn a sala 2023an de yê lidarxistin ji ber ku Kemal Kiliçdaroğlu û Özgür Özel di gera yekem de nekarîn piraniya dengên mutleq bi dest bixin û hilbijartin dimîne gera duyem. Özgür Özel di gera duyem de Kemal Kiliçdaroglu li pey xwe dihêle û dibe Serokê 8em ê Partiya Komarî ya Gel (CHP).[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "CHP". web.archive.org. 4 tebax 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 tebax 2020. Roja gihiştinê 30 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Özgür ÖZEL" (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  3. ^ "Özgür Özel Kimdir? - Özgür Özel Hayatı ve Biyografisi". Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  4. ^ "Özgür Özel Kimdir?". Internet Haber (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  5. ^ DHA, Kemal ATLAN-Hakan TÜRKTAN /. "Uğur Mumcu gururu". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  6. ^ "Özgür Özel'in meclisteki Soma konuşması". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  7. ^ "Özgür Özel Genel Başkan Adayı Olacak mı? CHP Genel Başkanı ile ne görüştü? Merak edilen soruların yanıtlarını CHP Grup Başkanı Habertürk'e anlattı". web.archive.org. 14 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 îlon 2023. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ Duvar, Gazete (2023). "Özgür Özel'den Kılıçdaroğlu'na 'iyi bir sosyal demokrat' tepkisi: Şehzademiz hangi kafeste?" (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2023.
  9. ^ "CHP'de Kemal Kılıçdaroğlu dönemi sona erdi: Yeni genel başkan Özgür Özel oldu". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2023.