Înyûpîk (di zimanên wan de Iñupiaq (yekhejmar) Iñupiak (duhejmar) Iñupiat (pirhejmar)), gelekî ji beşê Inuit a ji gelên eskîmoyan e; di bakur (North Slope Borough) û bakurê rojava (Northwest Arctic Borough û Nome Census Area) yê parêzgeha Alaskayê de ya girêdayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, niştecih in. Ji ber ku li Alaskayê tenê ew ji gelên Inuit in, ji wan re Inuitên Alaskayê jî tê gotin. Navê ku li xwe kirine, ji peyvên iñuk (mirov) û piaq (rastî) tê. Zimanên wan jî bi Iñupiatun (mîna mirovê rastî) tê binavkirin. 

Înyûpîk
Gelhe tevahî
15.700 - 13.500
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Alaska13.500[1]
Ziman
înyûpîkî, îngilîzî
Baweriya dînî
Xiristiyanî (Protestanî ve Anglikanî)
(Berê 1890î Şamanîzm)
Têkildarên komên etnîkî
Inuit , Yupîk , Supik, Atabaskên Alaska, Guçîn, Koyukon

Li gorî Navenda Zimanên Xwecihan ên Alaskayê , di nav xwecihên Alaskayê de piştî Yupîkan ên 25.000 nifûsî, bi nifûsa xwe ya 14.700 re duyemîn gelê herî mezin a Alaskayê ne, lê belê tenê ji wan 2.144 kes dikarin zimanê xwe bipeyivin. Di sala 1993an de di nav xwecihên Alaskayê de yên ku zimanê îngilîzî nizanin, bi rêjeya ji % 42 ve Yupîk yekemîn, bi rêjeya ji % 20ê ve jî Înyûpîk duyemîn in. [2].  

Baweriyên wan li ser şamanîzmê ye û piranî nêçirvan û komker in. Ji aliyê çandî ve du beş in: Taġiuġmiut (gelê behrê) nêzîkî peravê dijîn û nêçirvaniya nehengê, foq û morsê dikin, Nunamiut (gelê bejayiyê) jî li herêmên dûrî behrê nêçirvaniya şivira kediyê dikin. Carinan wekî du gelê ji hev cuda hatine hesibandin û yên li Nîvgirava Sewardê bi navê Qawiaraqê û yên li North Slope û Northwest Arctic jî bi navê Inupiaq têne nasandin. Hevnijadên wan ên Kanadayê, Uummarmiutan ji ber endîşeyên polîtîk û rêveberiyê bi Inuitên Kanadayî ya Rojava re dibin yek û navê Inuvialuit bikartînin.

Di nav eskîmoyan de yên herî bejinbilind Înyûpîkên Alaskaya Bakur in, ji Inuitên Kanadayê 10 santîmetre dirêjtirin.[3]  Înyûpîkên Kobukê bi Çermsorên Koyukun re yên Atabaskan in li herêmên sînoran de zewicîne ku him cîranên wan ên rojhilat in û him jî hevparên wan ên danûstandinê ne. Eskîmoyên ku yên her dawî Ewropayiyên Spî nas kirine, Înyûpîkên Alaskaya Bakur in ku piştî sala 1890an xiristiyaniyê nas kirine.  

Li Alaskayê ji ber wateya wê ya biçûkxistinê (derogatory) navê “eskîmo” nayê bikaranîn û li şûna wê  Inuit û Inuk tê bikaranîn. Carinan ji bo tevahiya eskîmoyên Alaskayê navê Yupik-Inupiaq (an jî Inu-Yupiaq) tê bikaranîn.[4] Her çiqas Yupîkên (Yupiget) Sîbîryayê yên li St. Lawrenceê, zimanekî cuda dipeyivine jî ji aliyê çandî ve gelê ku herî nêzîkî gelê Înyûpîk in û di heman koma çandê de têne hesibandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Inupiaq, Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 tîrmeh 2016
  2. ^ Alaska Native Language Center : Alaska Native Languages / Population and Speaker Statistics, ji orîjînalê di 9 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 adar 2018
  3. ^ Skeletal Measurements and Observations of the Point Barrow Eskimo with Comparisons with Other Eskimo Groups
  4. ^ Eskimo Language and Eskimo Song in Alaska: A Sociolinguistics of Deglobalisation in Endangered Language, ji orîjînalê di 22 îlon 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 adar 2018