Înterseksiyonalîte

di nav mirovan de çarçoveyeke teorîk a statûya çendîmentî

Înterseksiyonalîte ji bo fehmkirina kombînasyonên bi armanca avakirina modên cihê yên takemaf û cihêkariyê yên nasnameyên cihê yên siyasî û civakî yên miroveke/î, çarçoveyek analîtîk e. Înterseksiyonalîte gelek faktorên avantaj û dezavantajê destnîşan dike.[1]Nimûneyên van faktoran zayenda civakî, kast, nijad,zayenda biyolojîk etnîsîte, kom, Berpêbûniya zayendî, dîn, kêmendamî, giranî û xuyanga fizîkî ne.[2] Ev nasnameyên civakî yên hevbirr û sertêkdeçûyî dikarin hem hêzdêr û hem jî bindestker bin.[3][4]

Înterseksiyonalîte
  • Sociological theory
  • dîsîplîna akademîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Analîzeke înterseksiyonel, li şûna ku faktoran her yek bi xwe li ber çav bigire, berhevokek faktorên ku bi hev re bandorê li kesek civakî dikin, li ber çav digire

Înterseksiyonalîte ji bo ku serpêhatiyên cihê yên jinên reşik,jinên feqîr, jinên penaber û kesên din jî bihewîne, wergiriya pêlên yekemîn û duyemîn ên femînîzmê ku bi gelemperî bala xwe dane serpêhatiyên jinên çermspî, jinên ji çîna naverast û jinên cisgender, berfireh dike.[5] Femînîzma Înterseksiyonel armanc dike ku xwe ji femînîzma çermspî bi riya pejirandina serpêhatî û nasnameyên cihê yên jinan veqetîne.[6]

Peyva Înterseksiyonalîte ji aliyê Kimberlé Crenshaw ve di sala 1989an de hatiye peydakirin.Ew şêweya ku pergalên hêzê ya herbilî(interlocking) çawa li kesên herî marjînal ên civakê bandor dide salox dide. Aktîvîst ji bo ku egalîtaryanîzma siyasî û civakî bipêşînin, çarçoveya Kimberléê bikar tînin. Înterseksiyonalîte dijî pergalên analîtîk e ku ew her yek eksenên zordariyê tenê dihêlin. Mînak, vê çarçoveyê da, em nikarin dîskrîmînasyona dijî jinên reşik wekî yekatiya sade ya mîsojînî û nijadperestiyê bibînin, lê dikarin wekî tiştek zêde komplîke bihesibînin. Înterseksiyonalîte xwe tevlî temayên wekî zordariya sêcarî ku wekî heman demê da tecribekirina jinbûn, feqîrî û penaberiyê tê hesibandin dike. Analîza înterseksiyonal bi çarçoveyên analîza hêzê ya anarcha-femînîst re gelek nêzik rêzê dike.

Rexne, meyldariya çarçoveya ku mirovan heta faktorên demografîk ên spesîfîk û bikaranîna wê ya dijî teoriyên femînîst ên din wekî amûreke îdeolojîk biçûk dike, dihewîne. Rexnegir vê çarçoveyê wekî ne zelal û bêyî armancên diyarkirî binav kirin. Ji ber ku bingeha wê li teoriya standpoîntê ye, rexnegir dibêjin bala ku li ser serpêhatiyên subjektîv in dikarin nakokî û di nasîna sedemên giştî yên zordariyê de pirsgirêk derbixin. Analîzeke gotarên akademîk ku heta berfanbara 2019an hatine çapkirin da ber çavan ku di holê de metodên birrî yên helbijartî zêde tine ne û ew ji ber vê nikarin pirsên lêkolînên ji aliyê înterseksiyonalîte ve hatine agahdarkirin vebikolin, Û pêşniyarên li ser pratîkên ji bo lêkolînên di dahatûyê pêşniyar peyda kirin. Analîzeke gotarên akademîk ku heta gulana 2020an hatine çapkirin da ber çavan ku, wexta ku teorî di nava metodolojiya birrî(quantitative) de tê yekkirin, înterseksiyonalîte pirî caran çewt tê têgihiştin.

Binyata dîrokî biguhêre

Konsepta Înterseksiyonalîte di qada lêkolînên legal de ji aliyê zanyara reşik a femînîst Kimberlé Crenshaw-a ku termê hin gotarên xwe yên di salên 1989 û 1991an de hatine weşandin de bikar aniye ve hatiye pêşkêşkirin. Heçî ku teorî bi pêşanî bala xwe dabû li ser lêgerîneke di nav civakê de zordariya li ser jinên reşik û şêweyên zordariyê ku ew cur bi cur tecrube kirin, analîz dû re ji bo ku gelek aspektên din ên nasnameya civakî bihewîne, firehtir bû. Nasnameyên ku bi giştî di pêla çaremîn a femînîzmê de behsa wan tên kirin nijad, zayend, cins, seksualîte, çîn/kom, karîn/kêmendamî, netewe, welatîbûn, dîn û xuyanga fizîkiyê dihewînin. Term hetanî salên 2000an ji aliyê femînîstan ve bi gelemperî nehatibû pejirandin û ji vê demê pê ve tenê şîn dibe.

Înterseksiyonalîte di nav lêkolînên rexneyî ya nijadê de peyda bû û di navbera nijad, zayend û pergalên din ên ku heman demê de hem zilm dikin û hem jî imtiyazan didin de têkiliyeke pirralî nîşan dide. Înterseksiyonalîte nisbî ye ji ber ku bi armanca nîşandana serpêhatiyên kesan bi rêya hevbirina nijad, zayend û hêmanên din teşe dide. Crenshaw ji bo ku çawa nijad, çîn, zayend û pergalên din yek dibin û serpêhatiyên gelek kesan bi dayîna imtiyazê şekil didin nîşan bide, înterseksiyonalîteyê bikar anî. Crenshaw ji bo ku dezavantajên ku ji aliyê pergalên hevbirr(intersecting) ku li dijî mînorîteyên di kar û civakê da çêkirina aspektên binemalî, siyasî û temsîlî yên şîdetê nîşan bide, Înterseksiyonalîteyê bikar anî. Crenshaw dînamîkên ku di akademî û siyasetê de bikaranîna zayend, nijad û formên din ên hêzê, di înterseksiyonalîteyê de rolekî mezin digirin, rave dike.

Lê belê, gelek beriya Crenshawê, W.E.B Du Bois teorîze kir ku paradîgmayên înterseksiyonel ên nijad, çîn û neteweyan dibe ku rûyên spesîfîk ên aboriya siyasî ya reşikan rave bike. Collins gotiye; " Du Bois, nijadê di serî de ne wekî di kategoriya nasnameya şexsî de hesiband lê wekî hiyerarşiyên sosyal ku şekil dan destpêgihiştina statu, feqîrî û hêzê ya afro amerîkiyan dihesibîne" . Lê Du Bois zayenda civakiyê ji teoriya xwe derxist û zayendê wekî kategoriyeke şexsîtir hesiband.Salên 1970yan de, komek jinên reşik ên femînîst,ku ji ber femînîzma spiyan û tevgera azadiya reşikan ku mêr tê da serdest bûn xerîb bûbûn, Combahee River Collectiveê damezrandin û " zordariyên hevbirr" ên nijadperestî, sexism û heteronormatîvîteyê eşkere kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Runyan, Anne Sisson (çiriya paşîn–kanûna pêşîn 2018). "What Is Intersectionality and Why Is It Important?". Academe. Cild 104 hj. 6. American Association of University Professors. ISSN 2162-5247.
  2. ^ Tucker, Abigail (çiriya paşîn 2012). "How Much is Being Attractive Worth?". Smithsonian. ISSN 0037-7333. Roja gihiştinê 22 hezîran 2020.
  3. ^ Holley, Lynn C.; Mendoza, Natasha S.; Del-Colle, Melissa M.; Bernard, Marquita Lynette (2 nîsan 2016). "Heterosexism, racism, and mental illness discrimination: Experiences of people with mental health conditions and their families". Journal of Gay & Lesbian Social Services. 28 (2): 93–116. doi:10.1080/10538720.2016.1155520. S2CID 147454725.
  4. ^ Zinn, Maxine Baca; Dill, Bonnie Thornton (1996). "Theorizing Difference from Multiracial Feminism". Feminist Studies. 22 (2): 321–331. doi:10.2307/3178416. JSTOR 3178416. Şablon:ProQuest Şablon:Gale.
  5. ^ hooks, bell (2015). Ain't I a woman : Black women and feminism (Çapa [Second edition]). New York. ISBN 978-1-138-82148-4. OCLC 886381091.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  6. ^ "What Does Intersectional Feminism Actually Mean?". International Women's Development Agency. 11 gulan 2018. Ji orîjînalê di 23 nîsan 2019 de hat arşîvkirin.